Îsraîlê li gundewarên Şamê xist

Nûçeyên Cîhan

Şemî 1 Nîsan 2023 - 00:10

Li gorî medya ser bi hikumeta Şamê şeva borî di saet 12:17′an de Îsraîlê bi moşekan ji Golanê ve nuqteyeke li gundewarên Şamê bombebaran kir.

Heman çavkaniyê ragihand ku pergala parastina asîmanî bersiva êrişê da û çend moşek xistin xwarê, her wiha hin zirarên madî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR2ê jî, da zanîn ku Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên hêzên Şamê û komên alîgirê Îranê li herêma di navbera Qeten û Cidêdet Ertos a li başûrê rojavayê Şamê hedef girt. Di encamê de dengê teqînên li du hev ji herêmê hatin bihîstin ku depoya çekan teqiya. Lê moşekên parastina hewayî ya Sûriyeyê moşekeke Îsraîlê xiste xwarê. Lê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.

Hêjayî gotinê ye di nava 24 saetan de ev êrişa duyemîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.