- Îsraîlê êriş bire ser Hîzbûllahê.
Îsraîlê êriş bire ser Sûriyeyê. Hate ragihandin ku bombardûman li nuqteyên Hîzbûllahê hatiye kirin û 5 kes birîndar bûne.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku êrişa Îsraîlê yekşemê bi şev pêk hatiye û li hemberî nuqteyên hêzên parastina hewayî yên Sûriyeyê bûye. Li van nûqteyan hêzên Hîzbûllahê hebûne.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku bombardûman li derdora Şamê hatiye kirin û dengê teqînê ji paytextê hatiye bihîstin. Wezaretê ragihand ku sîstema hewayî çalak bûye û gelek fuze xistine xwarê, lê agahiyên berfireh nedan.
Li gorî SOHR'ê 5 kes birîndar bûn. Îsraîlê herî dawî di 2'ê Gulanê de êriş biribû ser balafirgeha Helebê. Di vê êrişê de leşkerekî Sûriyeyê miribû, karê li balafirgehê jî ji bo çend rojan hatibû rawestandin.
NAVENDA NÛÇEYAN