Îsraîlê, bi muşekan êrişî Şamê kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 20 Sibat 2023 - 00:25

  • Îsraîlê ji Golana Sûrî ve bi muşekan hin nuqteyên li Şamê û derdora wê hedef girtine.

Medya fermî ya hikûmeta Şamê li ser navê çavkaniyek leşkerî diyar kir ku di saet 00:22′yan de Îsraîlê ji Golana Sûrî ve bi muşekan hin nuqteyên li Şamê û derdora wê hedef girtin. Lê parastina asîmanî bersiv da muşekan û piranî xistin xwarê.

 

Di êrişê de 5 kes hatin kuştin

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku wek bîlançoya destpêkê ya hedefgirtinê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de leşker hene. Her wiha hat diyarkirin ku 15 sivîl jî birîndar bûn, birînên hinekan giran in, li gel wê jî zirarên madî bi malan ketin.

 

SOHR: 16 kes hatin kuştin

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyaniyek da û ragihand ku Îsraîlê nuqteyên ku tê de milîsên Îranê û Hizbullah a Lubnanî yên li herêma di navbera Sit Zêneb û Diyabiyê ya li gundewarê Şamê de hedef girtin.

SOHR’ê destnîşan kir ku di encama êrişê de şewat û teqîn li cihên hedefgirtî, herêm û dibistaneke Îranê ya li Kefer Sosê çêbûn, bi wê re avahî hatin werankirin û windahî çêbûn.

Li gorî SOHR′ê muşek li çerxerêya Mezreyê jî ketin, li gorî agahiyan jinek hate kuştin, her wiha tûgaya radarê ya li Til Mesîh ê li başûrê Şehba ya li Siwêdayê jî hate hedefgirtin.

SOHR’ê ragihand ku di êrişa bi moşekan a Îsraîlê ya dijî Kefer Sosê ya Şamê de, di nav de jinek 16 kes hatin kuştin û hin kesên din birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.