Hêzên Hewayî yên Îsraîlê êriş birin ser nuqteyên hêzên Şamê yên li başûrê Sûriyeyê. Di encamê de 8 leşkerên Şamê hatin kuştin. Li gorî medya fermî ya hikumeta Şamê, roja çarşemê artêşa Îsraîlê ji Golanê êrîş bir ser nuqteyên artêşa Sûriyeyê yên li herêma Deraayê. Di êrîşê de 8 leşkerên Şamê mirin, 7 jî birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku roja Sêşemê weke bersiva li roketên ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin li Sûriyeyê bombe li binesaziyên leşkerî barandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN