• Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê got, "Li Nablûsê di encama êrişa dagirkeriyê de 2 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn.”

Li bajarê Nablûsê yê li bakurê Şerîa Rojava ya dagirkerî de ye, di êrişeke artêşa Îsraîlê de du endamên komeke çekdar a Filîstînî hatin kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê got, "Li Nablûsê di encama êrişa dagirkeriyê de 2 Filîstîniyan jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn.”

Baskê çekdarî yê Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (FHKC) bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên hatine kuştin şervanên wan in û çarşemê li başûrê Nablûsê tevlî êrişeke li dijî Îsraîlê bûbûn.

Leşkerên Îsraîlê roja Çarşemê ketibûn nava bajarê Nablûsê yê berê ku weke keleha komên çekdar ên Fîlîstînî tê binavkirin û dor li malekê girtibûn. Di encama vê dorpêçê de ku li dijî du şervanên Fîlîstînî hate kirin, şer qewimî.

Guman heye ku herdu şervanên Fîlîstînî di roja Çarşemê de li dijî wesayiteke polîsan êrîşeke çekdarî kiribûn. Artêşa Îsraîlê got, "Du terorîst di encama şerê bi hêzên me re hatin kuştin."

NAVENDA NÛÇEYAN