• Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz, peymaneke hevkariya leşkerî bi Behreynê re îmze kir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz, peymaneke hevkariya leşkerî bi Behreynê re îmze kir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz duh bi Behreynê re peymanek îmze kir. Peyman têkildarî hevkariya di warên îstîxbaratî û kirrîna amûran û perwerdeyê de ye.

Ji dema normalîzekirina têkiliyan ve yanî ji salekê ve, ev cara pêşî ye ku Îsraîl bi welatekî kendavê re peymanekê îmze dike. Gantz diyar kir ku ev peymana lihevkirinê  têkiliyên her du welatan ber bi "Asoyên nû" ve bi pêş dixe.

Gantz di daxuyaniyê de wiha dewam kir: " Salekê piştî îmzekirina peymanên normalîzekirinê, me peymaneke girîng a parastinê ji bo ewlehiya her du welatan û aramiya herêmê îmze kir." 

NAVENDA NÛÇEYAN