- Piştî erêkirina biryarê, li gelek parêzgehên Iraqê li dijî qanûnê xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di şeva 26’ê Adarê biqulibe 27´ê Adarê de Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser qanûna hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan û Parlamentoyê, civiya. Civînê ji ber nakokiya di navbera fraksiyonan de heta 27´ê Adarê danê siharê dewam kiribû. Di encamê de bi pirraniya dengan Parlamentoya Iraqê qanûna hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan û Parlamentoyê erê kir.
Piştî erêkirina biryarê, li gelek parêzgehên Iraqê li dijî qanûnê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî agahiyan, li parêzgehên Bexda, Wast, Dîwaniye, Nasriye û gelek bajarên din alîgirên aliyên siyasî li dijî erêkirina yasayê daketin meydanan.
Bi destpêkirina xwepêşandanan re di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de alozî çêbû. Li gorî agahiyan li parêzgeha Wast a Iraqê xwepêşanderek hatiye kuştin.
Li parêzgeha Dîwaniye jî xwepêşanderan bi ser ofîsa Parlamentoya Iraqê de girtine û şewitandine.
NAVENDA NÛÇEYAN