Iraqê înternet erzan kir

Nûçeyên Cîhan

Duşem 16 Çile 2023 - 11:25

Wezareta Ragihandinê ya Iraqê biryar da ku ji sedê 50’î înterneta 100 GB erzan bike. Li gorî heman biryarê 10 GB înternet wê bêpere be. Wezîrê Ragiyandinê yê Iraqê Hiyam Yasrî di civîna çapemeniyê de, diyar kir ku wan biryar daye ku 10 GB înternet bêpere bidin welatiyan. Di Sibatê de ev biryar dikeve meriyetê. Hiyam Yasrî da zanîn ku wan biryar daye ku kerta înterneta 100 GB bi 15 hezar dînarî be û ev jî nîvê pereyê şirketê berê li ser kertan danîbû.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.