Iraqê 154 malbat ji Holê wergirtin
Çarşem 1 Adar 2023 - 02:36
Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku hikûmeta Iraqê 154 malbatên Iraqî bi giştî 582 kes ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê wergirtine û li Kampa Cedaa ya Mûsilê bi cih kirine.
Di daxuyaniyê de Fermandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla ji ber rol û parastina Kampa Holê malavahiya QSD’ê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN