Iraqê 142 malbat ji Holê birin
Pêncşem 19 Çile 2023 - 04:10
Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erec bi daxuyaniyekê ragihand ku Iraqê 142 malbatên Iraqê ji Wargeha Holê vegerandine Wargeha Cede ya li parêzgeha Mûsilê.
Qasim got, piştî ku malbatên hatin vegerandin, di kontrolên derûnî re derbas bûn, ew ê li nava civakê bên vegerandin.
Di dewamê de Qasim Erec da zanîn ku hewldanên wan yên ji bo tinekirina çavkaniyên terorê û girtina Wargeha Holê ya li Suriyeyê dewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN