Ji ber zêdebûna germahiya global, li Iraqê vê havînê germahiya hewayê ji 50 pileyên celcius biuhurî.
Li paytexta Iraqê Bexdayê, germahiya hewayê ji 50 pileyên celcius bihurî. Berdevkê saziya meteorolojiyê, Amîr El Cabrî ji AFP’ê re got, “Roja Duşemê germahî zêde bû. Li herêmên Semawe, Nasiriye, Dîwaniye û Necefê germahiya hewayê 51 pile bûn.”
El-Cabrî da zanîn ku rojên bê, germahî wê piçekî kêm bibe, lê heta dawiya meha Îlonê wê germahiya zêde bidome.
Li Iraqê tevî dewlemendiya petrolê jî, ji ber qelsiya tora elektrîkê rojê tenê çend saetan elektrîk digihêje xelkê. Her malbat jî nikare jeneratoreke taybet bikire.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî Iraq di nava wan pênc welatan de ye yên ku bandora guherandina avhewayê li wan herî zêde ye.
BEXDA