- Iraq 3 mehên din jî wê ji DYE muaf be.
Iraq 3 mehên din jî wê ji ambargoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya welatên ku bi Îranê re bazirganiyê dikin, were bêrîkirin.
Di çarçoveya ambargoya DYE'yê ya li ser Îranê ya 2018'an de, ambargo li ser wan welatan tê danîn ku bi Îranê re bazirganiyê dikin. Lê ji ber domdariya enerjiyê û xebatên binesaziyê, rewşa Iraqê ku mecbûrî kirîna ji Îranê ye, cihê tê nirxandin. Yanî ji ber van sedeman Iraq dikeve ber fitûyê. Sêyeka lêzimiya gaz û elektrîkê ya Iraqê ku nifûsa wê 40 milyon e, ji Îranê tê dabînkirin.
Hate ragihandin ku daxwaza ji bo bêrîkirina ji ambargoyê ya Iraqê, heta bi 3 mehên din jî hatiye qebûlkirin. Rayedarekî Emerîkî yêî nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji AFP´ê re gotiye, bi mûzakereya li gel Emerîkayê, bêrîbûna Iraqê ya ji ambargoyê heta meha Nîsanê hatiye dirêjkirin.
BEXDA