• Îranê sentrufûjên nû şixulandin û peymana nukleerê binpê kir.

Li gorî rapora Ajansa Nukleerê ya Neteweyên Yekbûyî (IAEA) ya li Viyanayê, Îranê sentrîfujên bipêşketî ji bo dewlemendkirina ûranyûmê şixulandine. Rapor dibêje, ev sendtrîfuj li Natanzê di binê erdê de hatine bicihkirin.

Li gorî peymana bi Îranê re ku DYE ji vekişiya, Îranê dikariya tenê bi nifşê yekê yê sentrîfujan ûranyûmê dewlemend bike. Li gorî raporê jî, avahiya li Natanzê li dijî bombekirina ji ezmanan jî saxlem hatiye avakirin.

Rapora IAEA´yê dibêje, Îranê rêzek sentrîfujên nifşê duyem bi cih kirine. Li gorî raporê ev sentrîfuj ji qata jor birine qateke jêr zemînê. Rapor dibêje, ev yek binpêkirina peymanê ye: "Ajansê 14´ê Mijdarê piştrast kir ku Îranê dest pê kiriye UF6´ê berde nav komeke ji 174 sentrîfujên IR-2m yên beriya demeke kurt bicihkir, li Santrala Dewlemendkirina Sotemeniyê ya li Natanzê."

Li ser vê yekê şiroveyên gelo zemînekî destwerdana Îranê tê amadekirin, hatin kirin.

Îranê heta niha peymana sala 2015´an a bi welatên Ewrûpî û DYE´yê re binpê kiriye.

VIYANA