- Ajansa nûçeyan ya Mehr a Îranê ragihand, li Bexdayê Balyozê Erebîstana Siudî yê Iraqê Ebdulezîz Şemerî ji bo xwarina fitarê serdana Balyozê Îranê yê Iraqê Mihemed Kazim Sadiq kir.
Piştî hewildanên lihevanîna Îran û Erebîstana Siudî, balyozên Îran û Erebîstana Siudî yên Iraqê li Bexdayê di fitarê de civiyan. Her wiha li Norwêcê jî balyozên her du welatan civiyan.
Ajansa nûçeyan ya Mehr a Îranê ragihand, li Bexdayê Balyozê Erebîstana Siudî yê Iraqê Ebdulezîz Şemerî ji bo xwarina fitarê serdana Balyozê Îranê yê Iraqê Mihemed Kazim Sadiq kir.
Hat gotin xwarina fitarê li balyozxaneya Îranê hat dayîn û tê de balyozên Urdun, Kuweyt, Lubnan, Afganîstan, Morîtanya, Suriye û hin welatên din jî amadebûn.
Li aliyê din Balyozê Îranê yê Norwecê Elî Reza Yusifî, li ser vexwendina balyozê Erebîstana Siudî yê Norwêcê Amal Yehya Muelemî ya ji bo xwarina fitarê serdana balyozxaneya Erebîstana Siudî ya li Norwêcê kir.
Ev serdan di demekî de ne ku ji beriya niha Erebîstana Siudî û Îranê bi navbeynkariya Çînê ragihandin ku ew ê peywendiyên xwe yên dîplomasî ji nûve bidin destpêkirin. Her wiha diyarkiribûn ku her du welat wê carek din balyozxaneyên xwe li welatên hev vekin. Tê payîn beriya Cejna Remezanê wezîrên karên derve yên her du welatan bicivin.
NAVENDA NÛÇEYAN