Îran: Me hişyariyeke cidî da Emerîkayê

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 24 Çile 2024 - 03:45

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr-Abdullahiyan ragihand ku wan DYE hişyar kiriye ku li gel Îngilistanê êrişa li ser Yemenê stratejiyeke şaş e. Wezîr Abdullahiyan di roja destpêkê ya serdana New York’ê de, piştî hevdîtina dualî daxuyaniyek da. Li gorî ajansa nûçeyan Mehr, li ser pirsa nûçegihanek IRNA NEW YORK’ê, Emîr Abdullahiyan wiha got: “Me peyam û hişyariyeke cidî ji Emerîkiyan re şand. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Qraliyeta Yekgirtî bi hev re tevdigerin û êrişî herêmên li Yemenê dikin. Ev yek gefê li aştî û ewlehiya li herêmê dixwe û wê bibe sedem ku şer berfireh bibe.”

Ev daxuyanî piştî êrişa DYE û Îngilistanê ya li ser Hûsiyan, hate dayîn. Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar a her du welatan de, hate gotin: “Di êrişê de bi taybetî depoyeke binerdê ya Hûsiyan, fuze û çeperên çavdêriya hewayî yên Hûsiyan hatin hedefgirtin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş bi armanca “xerakirin û bêbandor hiştina cepxaneya ku Hûsî ji bo bazirganiya cîhanê û jiyana deryavanên bêguneh bixin metirsiyê” hatiye kirin. Hûsî ku tevgereke nêzî Îranê ye, berpirsyariya êrişa ku roja Yekşemê li peravên Yemenê li dijî keştiyeke leşkerî ya DYE’yê hatibû kirin, girtibû ser xwe.

Hûsî ji meha Mijdarê û vir ve îdîa dike ku ew bi Filîstiniyên li Xezeyê re di nava piştevaniyê de ne û li dijî keştiyên ku îdîa dikin bi Îsraîlê re têkildar e, bi gelek fuze û balafirên bêmirov hedef girtibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.