- Zarîfî têkildarî peymana nukleerî peyivî û got: “Ev yek tu şer an jî dan û standinan naxwaze. Em dikarin pêk bînin.”
Wezîrê karê derve yê Îranê Cewad Zarîfî ragihand ku heke serokê nû yê DYE’yê Joe Biden cezayên ku Trump piştî vekişîna ji peymana nukleerî ferz kiribûn rake, ew amade ne bi awayekî “otomatîk” dîsa pabendî peymana nukleerî bin.
Zarîfî doh têkildarî peymana nukleerî ji rojnamevanan re got: “Ev yek tu şer an jî dan û standinan naxwaze. Em dikarin pêk bînin.”
Zarîfî diyar kir ku xwesteka Biden a vegera li peymanê tiştekî pir baş e û got, heke Washington berpirsyarên xwe pêk bîne, ew ê jî bi lez berpirsyariyên xwe pêk bînin.
Serokê DYA’yê Donald Trump sala 2018`an ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyabû û piştî wê yekê cezayên aborî li Tehranê ferz kiribûn.
NAVENDA NÛÇEYAN