Îradeya li dijî desthilatdariya faşîst

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 19 Adar 2023 - 16:16

Bi hezaran Kurdistaniyên li Swîsreyê tevî dostên xwe li bajarê Fribourgê Newroz pîroz kirin. Li hola Forum Fribourg siyasetvanên Swîsreyî, jin û ciwan bi hezaran kesî Newroz pîroz kir. Newroz diyarî qurbaniyên erdhejên Mereşê hate kirin.

Piştî rêzgirtina ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê, Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û Selma Surer beşdar silav kirin.

Parlamenterên Federal ên Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Mûstafa Atici û Ursula Schneider Schuttel axivîn. Mustafa Atici got, "Di demeke nêz de em ê heyetekê ava bikin û biçin herêma erdhejê. Em ê rewşa mirovên xwe yên mexdûrên erdhejê tespît bikin. Weke parlamenterên Swîsreyî em ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê xwe dewam bikin. Di hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê jî em ê piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Demokrasiyê."

Piştre bi navê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan peyam hate xwendin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û flamayên PKK'ê ketin hundirê salonê û coşa Newrozê mezin kirin.
Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari jî Newroz pîroz kir, îşaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê kir: "Gelê me divê bala xwe li ser hilbijartinê be. Em ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bibin."

FRIBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.