Îrade bi beton nayê xespkirin

Duşem 25 Mijdar 2024 - 02:40

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, da zanîn gel li dijî qeyûm berê xwe da şaredariyê û wiha got:"Gelê Dêrsimê îradeya xwe nîşan da. Gelê Dêrsimê nehişt îradeya wan bê desteserkirin. Îradeya gel bi beton nayê xespkirin."

Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Têkildarî mijarê hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, axivî. 

Îradeya gel bi beton nayê xespkirin

Bîrsen Orhan da zanîn Îradeya gel beton nayê xespkirin Gelê Dêrsimê nehişt îradeya wan bê desteserkirin û wiha dewam kir:"Gel berxwedaneke mezin nîşan da. Li hemberî vê berxwedanê xwestin gel bi fîşekên plastîk, ava şid û bombeyên gazê yên ku tevahiya bajar girtiye paşve bixin. Lê çi kirin jî berxwedaneke xurt hebû. Gelê Dêrsimê îradeya xwe nîşan da. Gelê Dêrsimê nehişt îradeya wan bê desteserkirin. Îradeya gel bi beton nayê xespkirin.”

Gel berê xwe da şaredariyê 

Bîrsen Orhan der barê xebatên wan û projeyên 7 mehan de li bajêr pêk anîne axivî û diyar kir ku îradeya wan hatiye desteserkirin û wiha pê de çû: “7 meh in em li ser kar in. Me bi her ferdên vî bajarî re girêdanek çêkiriye û em bûne çareseriya pirsgirêkên bajêr. Tevî wêraniyên ku di dema qeyûm tayînî şaredariya Dêrsimê de hatin kirin û rewşa aborî ya xerab a Şaredariya Dêrsimê, me li bajêr projeyên gelekî xurt meşandin. Me projeyên girîng hem di warê binesaziyê û hem jî di aliyê avahîsaziyê de bi dawî kirin. Yên ku gaza îsotê dirijînin û guleyan berdidin gel, dê çi bidin vî gelî? Her alî hat girtin û ya herî girîng jî li ber şaredariyê bendên beton hatin danîn. Lê gel xwest wan astengan ji holê rakin û berê xwe bide şaredariyên xwe."

Qeyûm darbe ye 

Bîrsen Orhan diyar kir ku qeyûm biryareke siyasî ye, ev biryar darbe ye û got, “Ew tenê dikare bi rêya dagirkerî, gendelî, polîtîkayên şerê taybet bajarên ku bi dest nexistine, bi dest bixin."

JINNEWS / DÊRSIM 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.