Înternasyonalîstan bazara qirêj şermezar kirin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • "Ti aliyekî qebûlkirinê yê helwêsta Swêdê, yê bazara bi dîktatorekî re nîne."

Bazara ku di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê bi dewleta Tirk re li dijî Kurdan hate kirin, li bajarê Swêdê Gavleyê ji aliyê înternasyonalîstan ve hate şermezarkirin.

Înternasyonalîst û hin Kurd jî li meydana Radhustenê civiyan. Nivîskar Anna Jorgensdotter di çalakiyê de axivî û got, "Ti aliyekî qebûlkirinê yê helwêsta Swêdê, yê bazara bi dîktatorekî re nîne."

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Jin Haco jî ji bo Swêd û Fînlandiyayê got, "Hûn Kurdan ji dil ve diêşînin. Hûn fikara li nava Kurdan zêde dikin."

Li ser navê aktîvîstên ciwan, Klas Ivarsson jî got, "Em li dijî şer in û naxwazin ku bi dîktator Erdogan re bazar bê kirin."

Di çalakiyê de li gel komeke muzîkê ya amator, her wiha ji koma Helbestvanên li dijî Şer, Karin Nilsson helbestek xwend.

Înternasyonalîstan di çalakiyê de alên PKK'ê û posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

ANF/GAVLE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.