Îlham û çavkaniya denbêjiya Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Mijdar 2022 - 05:05

Evdalê Zeynikê weke şairê efsanewî û şahê dengbêjiya Kurdî tê naskirin. Xwedî hunereke ciyawaz bû û bi sedan kilamên wî hene û gihîştine roja me ya îro. Ji gelek dengbêjan re bûye îlham û dengbêj di bin tesîra wî de mane.

Evdal, di destpêka 1800’î de li gundê Cemalwêrdî yê Dûtaxê ya ser bi Agiriya îro ji dayik bûye û sala 1913’an li gundê Qanciyan ê Qereyaziyê koça dawî kiriye. Yanî, Evdal emerekî dirêj kiriye û li gorî rîwayetan li seranser Kurdistanê geriyaye. Gora wî li gundê Qanciya ye.

Evdal hîn zarok bû bavê wî dimire. Diya wî Zeynê, jineke pirr jêhatî bûye û Evdal  mezin kiriye. Ji ber ku dayika wî ew mezin kiriye, weke Evdalê Zeynikê tê naskirin. Evdalê Zeynikê, di hinek kilam û stranên xwe da, xwe wek dengbêjê Surmelî Memed Paşa bi nav dike. Lê dema meriv bala xwe dide kilamên wî, meriv dibîne ku wî navên “Siwarê Kuvî” û “Bavê Temo” jî li xwe kirine û bi van navan jî tê naskirin.

 

Wesiyeta ji bo ‘Xweş Dêrsim’ û ‘Xozanê’

Gava Evdalê Zeynikê dibe heştê salî çavên wî kor dibin. Lê paşê tê zanîn ku ava reş hatiye ser çavên wî. Di vê demê de bi qulingekî baskşikestî re dema xwe diborîne. Ji kalbûn û korbûna xwe gilî û gazinan dike û ji kurê xwe Temo re dibêje, bila bi destê wî bigire û bigerîne. Beriya çavên wî kor bibin ew dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa ye. Bi mirina Surmelî Mehmed Paşa re rewşa wî jî xerab dibe. Di ser vê rewşê de jî ew kor dibe. Di dawiya emrê wî de çavên wî ji nû ve vedibin. Jixwe, ew ji vir şûn ve pirr najî. Li ber sikratê gazî kur û neviyên xwe dike, kilamên herî jê hez dike bi wan dide gotin da ku ew van kilaman ji ber bikin. Nexasim jî ji bo kilamên xwe yên weke “Xweş Dêrsim” û “Xozanê” wesiyet dike da ku werin jiberkirin û ji siberojê re bimînin.

 

Weke ‘Şahê Dengbêjan’ kilamên xwe gotine

Evdalê Zeynikê wek şahê Dengbêjan tê naskirin. Herwiha di nava Kurdan de weke dengbêjê destpêkê tê naskirin. Evdal demeke dûr û dirêj, di dîwana Surmelî Memed Paşa de dengbêjiyê dike. Di dema koçberkirina Avşarên Kozanê de bi Surmelî Memed Paşa re tevdigere. Taybetmendiyeke wî ya ku wî ji dengbêjên dinê cude dike ewe ku wî kilamên xwe hemû ji ber xwe derdixistin ti carî kilamên kesên din negotine.

Evdal dema ku dibe çil salî, êdî dengbêjekî bi nav û deng û naskirî ye. Di wan sala da dengbêjeke Surmelî Memed Paşa hebûye û navê wê jî Gulê bûye. Gulê qîza keşîşê Fila û di warê dengbêjiyê da jî xwedî huner û zîrek bûye. Gulê ewqasî bi dengbêjîya xwe bawer bûye, ku ehd kiriye û gotiye; “Kî di dengbêjiyê da ji min zêde be û di lecê da ji min bibe, ez dê bi wî re bizewicim…”

 

Evdal û Gulê didin ber hev

Rojekê Evdal hîn dibe ku Surmelî Memed Paşa û Gulê li Xamûrê beşdarî dawetekê dibin. Evdal jî berê xwe dide Xamûrê. Di dîwanê de Gulê distirê û çavê xwe li ser civatê digerîne. Dema ku çavê wê bi Evdal dikeve, Gulê di stranê da merhabatîyê li Evdal dike û dibêje:

“Lo mêvano tu bi xêr hatî, ji ku tê yî, ku da diçî

Ji bo çi xizmetê hatî, tu bi xêr û silamet biçî…”

Gulê hê gotinê xwe neqedenadî ye, Evdal keysa xwe lê tîne û bersiva Gulê dide:

“Ez şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê me

Li Serhedê qesasê serê şair û dengbêjê xelkê me

Ez ku biqêrim, dengê min ji vir here erdê Eceme

Ez ji rêya dûr hatime, Gulê ez îro mêvanê te me…”

Bi vê destpêkê Evdal û Gulê sê roj û sê şevan diavêjin ber hev.

Axir Evdal pişta Gulê di dengbêjiyê de dide erdê.

Li Kurdistanê û Ermenistanê gelek dengbêjên navdar ên wekî Şakiro, Reso, Şeroyê Biro, Evdilkerîm, Karapêtê Xaço rasterast kilamên Evdal gotine. 

Heta niha derbarê Evdalê Zeynikê de gelek pirtûk, film û şano hatine çêkirin. Pirtûka Mehmed Uzun a “Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê”, filma Bulent Gunduz a “Evdalê Zeynikê” nimûneyên vê yekê ne. Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) jî li ser Evdalê Zeynikê lîstikeke şanoyê amade kiriye.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.