Hunermendê Kurd hat girtin

Duşem 22 Gulan 2023 - 14:49

Çalakvanekî çandî yê Kurd, Hêja Omîdî xelkê bajarê Melikşahî yê ser bi parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat girtin û ew birin cihekî ne diyar.

Li gorî agahiyan bêyî ku belgeyeke qanûnî nîşan bidin, hêzên rejîmê yên bajarê Îlamê, Hêja Omîdî yê 35 salî kirine binçavan û ew birine.

Hêjayî gotinê ye, Hêja Omîdî di warê zanistên siyasî de xwedî bawernameya wî ya masterê heye û sala par jî di raperîna “Jin jiyan azadî” de dîsa ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li dijî Hêja Omîdî de ti agahî nehat bidestxistin. Hêja Omîdî çalakvanekî çandî yê Kurd e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.