Hunerê serpêhatiyên nifşên bihurî

Nûçeyên Çand/Huner

În 26 Adar 2021 - 00:03

Gava ku diçe dibistanê, Diane Savona, tişta ku dixwaze ji dersên dîrokê fêr bib, hîn nabe. Li ser vê, ev hunermenda eslê wê ji Lehistanê, dibêje: "Gava ez zarok bûm min wisa hîs kir ku dersên li ser şer û neteweyan elaqeya xwe zêde bi dîroka malbata min re nîne." Wê xwest li serpêhatiya dapîr û bapîrê xwe bipirse. Û bi ya wê: "Hunerê min bi vê pirsa di hizra min de tê çêkirin." 

Tiştên ku ji bo berhemên xwe bi kar tîne ew ji firotina li garajan, yan jî xaniyan peyda dike. Li taxa wê, ji ber ku gelek penaberên ji rojhilatê Ewrûpayê dimînin jî, ne pirsgirêk e ku tiştên jê re pêwîst in, peyda bike: "Ez wan tiştên ku berê di nava malê de berê gelekî dihatin bikaranîn, derdixim holê, yên weke derzîdank, hêkên ji tentenê, singikên hûnandinê, yên ku îro li ber nemanê ne. Ez tenteneyên mirî ji gorê derdixim û wan ji nû ve weke pûtên hişk nîşan didim.

Berhemên min ên tekstîlê hem huner in û hem arkeolojî ne. Ew serpehatiyên nifşên rabihuriyê ne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.