Heyva Sor a Kurd (HSK), piştî êrişên ji 5´ê Cotmehê ve binesaziya Rojava kirin armanc, bang li xelkê kir da ku bi hewara Rojava ve biçin. HSK´ê bi bîr xist ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ber bi felaketeke insanî ve diçe û wiha dewam kir: “Pirraniya binesaziya heyatî ya herêmê di nav çend saetan de yan zirar lê bûye yan jî wêran bûye. Êrişên Tirkiyê heta niha bi dehan sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne û ji sedî 80´yê jêrxana sivîlan wêran bûye, her wiha ya torên av û enerjiyê, nexweşxane, cihên şên, dibistan, zeviyên petrolê, kargeh û embaran jî. Ji ser sed hezaran kesî bi rojan elektrîk û av qut bû. Nexweşxaneya Koronayê ya li Dêrikê ku yek ji girîngtirîn nexweşxaneyên herêmê ye jî ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk bi temamî hate rûxandin. Li herêmê gelek saziyên tenduristiyê yên din hatin hilweşandin, nexweşxane ji ceryanê qut bûn, zincîrên sermayê qut bûn - banga bexşîna xwînê tê kirin. Di berdewamiya êrişên Tirkiyê de, tê pêşbînîkirin ku rewşa mirovî her ku diçe xirabtir bibe û hejmara kuştiyan her ku diçe zêde dibe. Heyva Sor a Kurd li hêreme alîkariya mirovî ya heyatî dike. Bi bexş û bêşên xwe piştgiriyê bidin xebatên Heyva Sor a Kurd!”

Ji bo alîkariyê ji Elmanyayê hesabên jêr ên bankeyê hatin parvekirin:

Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
Mebesta bikaranîna: Rojava
PayPal: paypal.me/heyvasorakurdistane

Têkilî û bêtir agahdarî
www.heyvasor.com
Email: heyvasor@web.de
Tel.: +49 (0) 2241 975 25  83
Instagram: heyvasor
Twitter: @Heyva__Sor
Facebook: Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

* Ji kerema xwe not bikin: Ji ber fermana ADD´ê, em niha nikarin alîkariyên ji eyaleta Rheinland-Pfalz qebûl bikin.