HPG’ê Rizgar û Zerdeşt bi bîr anî

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:53

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîla Rizgar û Zerdeşt ên sala 2015’an li herêmên Serhed û Garzanê şehîd bûne, bi bîr anî. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîla Rizgar û Zerdeşt ên sala 2015’an li herêmên Serhed û Garzanê şehîd bûne, bi bîr anî. Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, ”Sala 2015’an di operasyonên dewleta Tirk a qirker de yên li dijî hêzên me yên gerîla hatin kirin, li herêmên Serhedê û Garzanê hevrêyên me Rizgar û Zerdeşt li dijî hêzên operasyonê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Tevî pismamê xwe tevlî gerîla bû

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: ”Hevrêyê me Rizgar Serhildan (Reşît Çetînkaya) li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 2014’an tevî pismamê xwe tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rizgar ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi sekna xwe ya fedakar bal kişand ser xwe û xweafirandina bi kedê weke pîvaneke bingehîn danî ber xwe. Dilsoziya wî ya bi Rêbertî, şehîdan û gelê me re kir ku hîn bi xurtî têbikoşe û bi vê taybetmendiya xwe li her qadê xwedî li wezîfeyên xwe yên pêşengiyê derket. Rizgar Serhildan Cotmeha 2015’an di operasyonên dewleta Tirk a qirker de li herêma Serhedê bi lehengî şer kir û şehîd bû.’’

Li dijî faşîzmê berpirsyariya xwe bi cî anî

HPG’ê ji bo gerîla Zerdeşt jî got: “Hevrêyê me Zerdeşt Sîser (Mehmet Çevîk) li paytexta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Amedê li nava malbateke welatparêz a ji çanda berxwedêr a vê herêmê ji dayik bû. Piştî ku dewleta Tirk a qirker di demekê de ku têkoşîna me ya azadiyê gelekî nêzî serketinê bû polîtîkayên qirkirinê ji nû ve xiste dewrê û li ser vê bingehê li gelek herêmên Kurdistanê li dijî destketiyên gelê me dest bi êrişê kir. Hevrêyê me Zerdeşt li dijî vê zîhniyeta faşîzan ji bo berpirsyariya xwe ya ji bo gelê me bi cih bîne tevlî nava refên gerîla bû. Ji dema tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya xwezayî û dilê xwe yê pak bêteredût tevlî bû û bi van taybetmendiyên xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Zerdeşt Sîser Cotmeha 2015’an Garzanê li dijî hêzên operasyona dewleta dagirker bi lehengî şer kir û şehîd bû.” 

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.