Hovîtiya bi pereyên berhemên dîrokî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Hezîran 2022 - 22:00

  • Weqfa Clooney bi projeya Docket li Rojhilata Navîn û Efrîkayê daye pey çeteyên talanker û di vî warî de lêpirsîneke navneteweyî daye destpêkirin. Agahiyên ku derbarê van têcir û koleksiyonerên berhemên dîrokî de kom dike, bi dadgehên navneteweyî re parve dike.

ARDÎN DÎREN

Li dinyayê êdî baş tê zanîn ku çeteyên li Rojhilata Navîn yên weke DAIŞ’ê, nexasim bi fîdye û pereyên petrolê xwe fînanse dikin. Lê ew bi aweyekî din jî xwe fînanse dikin. Ji ber ku ew talanker in, berhemên dîrokî jî talan dikin û bi rêyên cuda wan difiroşin derveyî welatê lê.

Beriya niha çeteyan bi dehan şûnwarên dîrokî talan kirin û berhemên ku dizîn jî firotin. Niha jî li Efrînê û gelek bajarên Rojava ev yek bi destê hêzên dewleta Tirk a dagirker pêk tê. 

Aktivîstên ku bi “Weqfa Clooney ya Dadweriyê” re dixebitin, li ser dizî û talana van çeteyan disekinin û dixwazin kesên berhemên dîrokî difiroşin û dikirin tevde werin cezakirin. Di bin banê weqfê de projeyeke bi navê “Docket” heye ku vî karî bi rê ve dibe. Weqfa Clooney bi projeya Docket li Rojhilata Navîn û Efrîkayê daye pey çeteyên talanker û di vî warî de lêpirsîneke navneteweyî daye destpêkirin. Ew agahiyên ku di derbarê van têcir û koleksiyonerên berhemên dîrokî de kom dike, bi hin dadgehên navneteweyî re jî parve dike. Her wiha ew dibêjin ku ev çete bi saya van berhemên dîrokî, debara xwe dikin û şerê xwe yê li dijî mirovahiyê jî dîsa bi vî awayî fînanse dikin. 

Li gorî hin agahiyan, gelek koleksiyonerên li Ewrûpayê jî di nav vî karî de ne. Heta midûrê kevn yê muzeya Louvreyê, Jean-Luc Martinez jî di nav de gelek kes ji ber ku berhemên dîrokî ji van çeteyan kirîne, tên sûcdarkirin. Aktivîstên weqfê dibêjin, divê haya raya giştî ji vê talankeriyê hebe. Li gorî nihêrîna wan heta ku xelk û rayedar hay ji vê qaçaxçîtiya talankeran nebin, ew ê nikaribin bigihîjin armanca xwe û di vê meseleyê de bi ser nekevin. Rêvebirê hiqûqê yê projeya Docket Anya Neistat dibêje, ew ê roja Çarşemê (15’ê meha Hezîranê) bi hin rojnamevanan re agahiyên herî dawî bidestxistine parve bikin. 

Bi van pereyan hovîtiyê dikin

Anya Neistat bi bîr dixe ku hin berhemên dîrokî û kevnar yên li Sûrî, Iraq, Yemen û Libyayê hatine talankirin, ev çend sal in li ser înternetê tên firotin û dibêje, “Ev çete bi firotina van berhemên dîrokî û kevnar, xwe fînanse dikin. Çekan dikirin û xelkê di nav refên xwe de bi vî awayî fînanse dikin. Gelekan ji van çeteyan li Iraqê û Kurdistanê êrişî Êzîdiyan û baweriya wan kirin û jenosîdek pêk anîn. Ew bi van pereyan hovîtiyê dikin.” Neistat dibêje, êrişên van çeteyan her çiqas li Sûriyê sist bûbin jî hîna jî bi dawî nebûne û talankeriya wan bi her awayî dewam dike û wiha pê de diçe, “Li herêma Idlib ya Sûriyê hîna jî çeteyên Tehrîr el-Şam talankeriyê dikin û li şûnwarên dîrokî digerin.

Gelek berhemên ku di navbera salên 2012 û 2016’an de derxistibûn niha li bazara qaçaxçîtiya berhemên dîrokî digerin û tên firotin.”

Lê ew kêm dibêje, dewleta Tirk a dagirker ji Heyet Tehrîr el-Şam bêhtir talana berhemên dîrokî li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi rêxistin dike.  

Pergala talankeriyê ava kirine

Profesorê arkeolojiyê yê Zanîngeha Shawnee ya eyaleta Ohio, Amr Al-Azm jî derbarê vê meseleyê de dibêje, “Talankerên DAIŞ’ê ji bo karê talankeriyê pergalek ji xwe re ava kirine. Her wiha DAIŞ di her pêvajoya talankerî û bazirganiya insanan de cih digire. Wan ji bo vî karî tîmên taybet çêkirine û ev tîmên wan bi mekîneyên mezin û giran gelek şûnwarên dîrokî dikolin. Çima vî karî dikin? Ji ber pereyên berhemên ku difiroşin li wan vedigere û ev yek dike ku ev kar her dewam bike. Lewma pereyekî mezin û qezenceke baş di vî karî de heye.”

Sala 2020’an Interpolê di operasyona qaçaxçîtiya berhemên dîrokî de 19.000 berhemên ku hatine dizîn û talankirin tesbît kir. Lê ji ber ku ev kar bi awayekî sexte tê kirin, kes nizane bi firotina van berheman çiqas pere hatiye komkirin. Amr Al-Azm ji bo vê yekê jî dibêje, “Me gelek caran berhemên ku dihatin talankirin didîtin. Dema min ew nîşanî pisporan didan, wan jî digot, berhemên gelek bi qîmet in. Lê ti carî me wêneyê giştî yê vî karî nedît û em hîna jî baş nizanin ev pergal bi çi awayî dimeşe.”

Galerî û şirket çeteyan fînanse dikin

Li gel ku koleksiyonerên Ewrûpayê dizanin ev kar qedexe ye û weke sûcekî şer tê qebûlkirin jî dîsa jî van berheman dikirin. Nexasim li Cenevre û Dubaiyê bi awayekî online ev kar bi rê ve diçe. Piştî bazara talankeran diqede bi rêya hewaleyan pereyan ji hev re dişînin. Ji bo şandina berhemên dîrokî jî bêhtir hin bendergehên serbest tên hilbijartin û bi vê rêyê danûstendinê dikin. Dema di van bendergehan de van karan dimeşînin bi ti awayî tiştên fermî îmze nakin û heta ji wan tê, her tiştî veşartî dikin. Rêveberê projeya Docket, Antonia David got, divê galerî û şirketên ku van çeteyên talanker fînanse dikin û karên wan hêsan dikin jî werin cezakirin. Ji lewma berpirsyariya herî mezin a van galerî û şirketan e.

Docket bi vê projeya xwe bawer e û hêvî dike ku ew ê di vî warî de hişyariyeke baş jî çêbe. Ew her wiha dibêje, ew ê encamên baş jî bi dest bixe. Amr Al-Azm ji bo balê bikêşe ser vê projeyê dibêje, ev rewşeke lezgîn e û wiha hişyar kir, “Divê hûn ji vê rewşê fêhmbikin, dema we bihîst rojekê hin kes balafiran direvînin yan jî dikevin malan talan dikin, zanibin ew ji hêla kesekî dewlemend ve, yê ku ev berhemên dîrokî kirîne, hatine fînansekirin. Ev îhtîmal gelek e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.