Holê safî dikin

În 26 Tebax 2022 - 22:12

  • Di qonaxa duyem a a Operasyona li dijî DAIŞ´ê ya li Kampa Holê de heta niha 27 DAIŞ´î hatine girtin, 4 tunel û xendek hatine dagirtin. Pêvajoya qeydkirina sicîlên kesên li kampê jî dewam dike. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêr qonaxa diduyê ya Operasyona li dijî DAIŞ´ê li Kampa Holê ragihandibû. Di çarçoveya operasyonê de 4 tûnel hatin dîtin û ew tûnel hatin dagirtin. Hêzên Ewlekariyê 27 DAIŞ´ê jî girtin. Tevî beşdariya Asayîşa Jinan ji nû ve serjimar û kontrola Kampa Holê kite bi kite tê kirin. 

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên wan di dema lêgerîna li beşa yekê ya kampa Holê de 4 tûnelên ku şaneyên çeteyên DAIŞ´ê ji bo xweveşartinê bi kar anîne, dîtine. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew tûnel dagirtin û xitimandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn wekî din doh ragihandin ku wan di qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" de di roja duyem de 27 çeteyên DAIŞ´ê li beşa yekemîn a Kampê ya penaberên Iraqî ya li Kampa Holê girtine. Van endamên çeteya DAIŞ´ê xwe çawa veşartibûn û çawa hatine girtin, li ser vê yekê agahî nehatin dayîn.

Tunelên xwe lê veşartinê neman

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de nexasim texrîbkirin û dagirtina tunelan wê cihê veşartinê ji şaneyên DAIŞ´ê re nehêle. Ji ber wê jî dîtin û dagirtina 4 tûnelên li kampê giring e. 

Li gorî hêzên ewlekariyê hîna gelek tunel û xendek di nava kampê de hene. Hêzên ewlekariyê hewl didin wan tunel û xendekan bê bandor bikin û çek-amûrên ku di bûyerên kuştinê de hatine bikaranîn jî bibînin. 

Yek bi yek tên qeydkirin

Di destpêkê de lêgerîna li konan tê kirin, bi taybetî jî cîhazên dîtina mayinan tên bikaranîn. Paşê penaber ber bi 2 konên wergirtina sicîlên penaberan ve tên şadin. Ji bo penaberên jin û mêr 2 konên cuda hatine diyarkirin. Ev xebat jî di roja duyemîn ya operasyonê de didome. Pêr sicîlên 344 penaberan hat wergirtin. Doh hejmar bi hezaran bû.

Armanc ji wergirtina sicîlan, nûkirina belgeyên xelkê kampê, diyarkirina hejmar û nasnameya xelkê ye da ku xebatên birêxistinkirina kampê di siberojê de hêsantir bibin. 

150 endamên Asayîşa Jinan

Der barê rêveçûna operasyonê doh di nava rojê de ji Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Helat Mihemed bal bire ser pêwîstiya lidarxistina operasyonê û got, “Piştî ku bûyerên kuştina jinan li kampê zêde bûn, me pewîstî bi vê operasyonê dît. Ev kuştin çawa tên kirin, me xwest xuya bike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, ev bûyerên kuştina jinan zêde bûne. Dixwazin li vê kampê jî tevliheviyê çêkin. Bi taybetî jinên ku li ber şaneyên veşartî radibin, yekser dibin hedef. Nêzî 150 hevalên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di vê operasyonê de cih digirin. Destpêkê ev penaber û malbatên çeteyan di lêgerînê re derbas dibin. Paşê jî em wan derbasî wergirtina sicîlan dikin.

Em ê wan têk bibin

Helat Mihemed got, çeteyên DAIŞ’ê yên li kampê piştî êrişên zindana Sînaa tevgera xwe zêde kirine û got: “Bi taybet piştî êrişên zindana Sînaa çeteyên li Holê jî ketin tevgerê ku tevlihevî li kampê de çêkin. Ji bo ku bibêjin va ye em hîn hene. Dema li Xiwêranê êriş pêk hatin, qaşo yên li wir ji wan hêz girtin. Çeteyên DAIŞ`ê dixwazin her şaneya xwe di vê demê de bixe nava tevgerê. Lê em ê li dijî wan li ber xwe bidin û wan dîsa têk bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.