Holê ji DAIŞ´ê paqij dikin

Pêncşem 25 Tebax 2022 - 21:09

  • Fermandariyê destpêkirina operasyonê bi daxuyaniyekê ragihand û got, ev qonaxa 2´yê ya operasyonê ye. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku wan Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê daye destpêkirin. 

Fermandariyê destpêkirina operasyonê bi daxuyaniyekê ragihand û got, ev qonaxa 2´yê ya operasyonê ye. 

Endamên Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen û Vejîn Êlan daxuyanî dan çapemeniyê.

Di civîna çapemeniyê de her wiha berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena û hejmarek fermandarên QSD`ê amade bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, “Di dema dawî de metersiya wê bi zêdebûna êrişên şaneyên DAIŞ’ê li dijî niştecihên kampê, xwebexşên rêxistinên mirovî û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, metirsiya vê kampê zêde bûbû. 

Gefên Tirkiyê DAIŞ çalaktir kir

Kontrolkirina Kampa Holê armanca duyemîn ya çeteyên DAIŞ’ê piştî kontrolkirina zindana Sînaa ya Hesekê bû.

Şaneyên vê rêxistinê dixwest ji xwe re koorîdorekê ber bi herêmên Rojhilatê Sûriyê, bi Sînorê Iraqê, çolistana Sûriyê û sînorê Tirkiyê ve girêdide, vekin. Hêzên me û Hêzên QSD´ê gelek ji wan girtin û pîlana wan a metirsîdar têk birin. Lê belê ev pîlan hîna heye.

Di nava salê de, şaneyên DAIŞ’ê û malbatên DAIŞ´iyan li kampê 44 kes qetil kirin, 14 ji wan jin û 2 jî zarok bûn.

Li kampê 13 caran xelk hat revandin. Bi zêdebûna gefên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere bû ku çalakiyên teroristî di kampê de zêde bûne. Hejmareke mezin ji serçeteyên DAIŞ’ê li navçeyên di bin dagirkeriya Tirkiyê de dimînin. Jixwe delîl, belge û her wiha îtîrafên gelek terorîstên hatine girtin, piştrast dikin ku Tirkiyê her cûre hêza xwe ya îstixbarî, ewlehî û diravî ji bo şaneyên DAIŞ’ê di kampê û derveyî wê de bi kar tîne.

Nebûna plansaziyeke navdewletî

Me bi rêya hemleyên xwe yên ewlehiyê, gelek çalakiyên teroristî têk birin. Şaneyên rêxistina terorîst ji şert û mercên mirovî yên kampê sûdê werdigirin û xwe di nav jin û zarokan, û di tunelan de vedişêrin ku hêzên me gelek caran di nava komînên niştecihan de ev tunel dîtine.

Nebûna plansaziyek navdewletî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, ji ber ku dewlet welatiyên xwe ji kampê dernaxin û her wihaji ber ku piştgiriyê nadin hêzên me û saziyên Rêveberiya Xweser, metirsiya li kampê zêdetir bûye. 

Li ser vî esasî, em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi piştgiriya Hêzên QSD´ê û Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê, qonaxa duyemîn a Operaseyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ji bo şopandina şaneyên DAIŞ’ê, radigihînin.

Êrişên Tirkiyê operasyon bi paş xistibû

Ev operaseyon demeke dirêj bû ji ber êriş û gefên dewleta Tirk yên dawî, hatibû bipaşvexistin. Em bang li dewlet û rêxistinên peywendîdar dikin da ku di vê operaseyonê de piştgiriya me bikin û heta bidawîhatina wê û gihîştina armancên wê, piştgiriyên pêwîst bidin xelkê kampê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.