Hol ji dinyayê re tehlûke ye

Çarşem 16 Mijdar 2022 - 01:12

CUMA MIHEMED/ANHA/KOBANÊ 

 

Çeteyên DAIŞ'ê hewldanên ji nû ve xwebirêxistinkirinê didomînin, pê re jî gefên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Di van rojên dawî de, li herêmê çend bûyer qewimîn û nîşan didin ku DAIŞ hîna jî çalak e û dikare bibe gefeke mezin.

Di du hefteyên bihurî de, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê êriş kirin. Di encamê de ziyan çêbûn. Ev bûyer gefa domdar a çeteyan li ser herêmê û gelê wê eşkere dikin.

Li ser mijarê, serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed got, "Rewş li kampa Holê ji aliyê mirovî û ewlehî ve metirsiyeke cidî ye. Ji ber ku birêxistinkirina çeteyên DAIŞ`ê li ser niştecihên kampa Holê, rêxistinên mirovî, karmendên rêveberiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn metirsiyeke mezin çêdike.” Ew dide zanîn ku ji serê salê ve 45 bûyerên kuştinê di kampê de rû dane, gef li rêxistinên mirovî hatiye xwarin û endamekî Hevya Sor a Kurd hatiye şehîdkirin.

Ji ber ku gef li rêxistinên alîkariya insanî hatiye xwarin, gelekan ji wan kar û barên xwe sekinandine. 

Şêxmûs Ehmed bi bçîr dixe ku stargeheke DAIŞ´ê li Til Hemîsê hatiye dîtin û DAIŞ´ê xwe amade dikir ji wir êrişê bibe ser Kampa Holê. 

Şêxmûs Ehmed wiha nerazîbûnê nîşanî helwêsta hêzên navneteweyî jî dide: “Xemsariya hêzên navneteweyî ji bo bidawîkirina dosyaya DAIŞ'ê, kampa Holê û navendên QSD`ê ku çeteyan tê de digirin, di aliyê ewlehî û mirovî de li ser Rêveberiya Xweser bûn bar, nexasim ku niha di nav şer de ye û rewşa awarte ragihandiye.”

Em ji serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçberan Şêxmûs Ehmed hîn dibin ku li kampê niha 56 hezar û 500 kes hene, pirraniya xelkê ji Îraqê ne û 15 hezar ji wan welatiyên Sûrî ne. Ji bilêî wan penaberan 8 hezar jin û zarokên endamên çeteya DAIŞ´ê jî li kampê hene. 

 

Civaka navneteweyî divê erka xwe bi cih bîne

Cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm dibêje: "Cîhan tişta ku li Holê diqewime dibîne, lê bêdeng e. Nasnekirina Rêveberiya Xweser rê li ber destwerdana navneteweyî ya rasterast digire. Divê hêzên navneteweyî destwerdanê bikin, çi bi rêya peydakirina cihekî ji bo van malbatan, yan jî wan perwerde bikin û tev li civakê bikin. Yan jî alîkariya wan malbatan bikin û di nav kampê de perwerde bikin. Ji ber ku mayîna wan a bi vî rengî metirsiyeke mezin li ser Sûriyê û cîhanê çêdike.”

 

Li Holê 2 zarok hatin kuştin

 

Hêzên ewlekariyê termên 2 zarokên keç li ‘Beşa Muhacirat’ a jinên DAIŞ'î ya li kampa Holê dîtin.

Hate zanîn ku temenên kuştiyan 11 û 15 e û ew bi eslê xwe ji Misrê ne, lê agahiyên din ên nasnameyên wan heta nûçeya me dihat amadekirin, nehatibûne zanîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.