Hindik ma Assange bidin DYE’yê

Nûçeyên Cîhan

În 17 Hezîran 2022 - 22:24

  • Hikûmeta Ingilîz biryara dersînorkirin û teslîmkirina dest Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya damezrênerê Wikileaksê Julian Assange erê kir.

Hikûmeta Ingilîz biryara dersînorkirin û teslîmkirina dest Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya damezrênerê Wikileaksê Julian Assange erê kir. Yanî piştî bi 12 salan, Ingilîstan dixwaze Assange bide dest dewleta ku dixwaze 175 sal cezayê hepsê lê bibirre, ji ber ku wî belgeyên ji bo DYE’yê sirr, eşkere kirin. 

Hikûmeta Ingilîz ji bo radestkirina Assange rê vekir. Wezîra karên hundir a Ingilîstanê Priti Patel talîmatnameyeke teslîmkirina DYE’yê ya Julian Assange îmze kiribû. Beriya wê Dadgeha Bilind a Ingilîstanê radestkirina Assange erê kiribû.

Niha Assange wê di nava du hefteyan de li ber vê biryarê rabe. Piştî wê jî mafê wî heye biçe Dadgeha Bilindtrîn a Ingilîstanê (Supreme Court). Heger ev dadgeh jî radestkirina wî erê bikin, hingê ew ê di nava 28 rojan de bi refaqet, teslîmî DYE’yê bê kirin. 

Li DYE’yê ji ber îdîaya sîxuriyê ew tê dadgehkirin. Ew tê tohmetbarkirin ku belgeyên veşartî yên artêşa Emerîkî yên elaqedarî Iraq û Efxanistanê dizîbin û eşkere kiribûn. Heger li wir bê mehkûmkirin, dibe ku heta bi 175 salan cezayê hepsê lê bê birrîn.  

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.