Hîn telefona Rojînê nehatiye vekirin

Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:10

Dayik û Bavê Rojîn Kabaîş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku cenazeyê wê li ser qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin, di 22'yê gulanê de bi dozgerê lêpirsîna keça xwe re hevdîtinek pêk anî. Nîzamettîn Kabaîş da zanîn ku hêj jî telefona Rojînê nehatiye vekirin.

Xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşê (21) di 27'ê Îlona 2024'an de ji Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî derket û piştî 18 rojan di 15'ê Cotmehê de li qeraxa Behra Wanê ya Gundê Molla Kasim cenazeya wê hat dîtin. Malbata Rojîn Kabaîş û polîs 15 saet piştî windabûna wê hatin agahdarkirin. Bi ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş re 8 meh derbas bûn. Di lêpirsînê de biryara nepeniyê didome û hêj tu tiştek zelal nîne. Hinek dezgehên çapemeniyê hewl dan ku mirina Rojîn Kabaîş weke “întîhar” bidin nîşandan. Lê belê cîhaza şarjkirinê ya Rojîn Kabaîş a winda, bêdengiya hevala wê ya wargehê ya beriya winda bibe pê re axivî, DNAya li ser bedena wê hatine dîtin û bêdengiya rêveberên wargehê gumanên heyî hêj mezintir dike.

Malbata Rojîn Kabaîş ku îdîaya xwekuştinê qebûl nakin, ji bo bi dozger re hevdîtinekê pêk bînin di 22'yê gulanê de ji Amedê hatin Wanê. Bav Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku dozger gazî wan nekiriye, ew bi xwe hatine ku derbarê lêpirsînê de agahiyan bigirin. Nîzamettîn Kabaîş, anî ziman ku hevdîtina wan ya bi dozger re bi qasî 2 saetan berdewam kiriye û got: “Serokê Baroyê û parêzer jî bi me re hatin. Hevdîtin baş derbas bû û hinekî barê me sivik bû. Çi ne be me zanî ku dosya heta ku hatiye. Herî zêde tiştê me meraq dikir telefona Rojînê bû. Me ev yek pirsî, ji me re gotin ku hinek aliyan ve vebûye, lê hinek aliyan ve wan nekariye vekin. Her wiha em bi rayedarên zanîngehê re jî civiyan û me metirsiyên xwe anîn ziman.”

Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku ew ji personelên ewlekariyê û rêveberiya zanîngehê re gilîkar e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin di zûtirin demê de ev lêpirsîn zelal bibe, bi delîl û tespîtan bê ronîkirin. Her çi çêbibe bila bi tespît û delîlan be ku em jî pê qanih (îkna) bibin. Heke bêyî delîl ji me re qala tiştan bikin em rihet nabin.”

AW / WAN / BAZÎD EVREN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.