Newroz li geek navendên li Ewrûpa û dinyayê tê pîrozkirin. Doh jî ji Toronto heta bi Sydneyê pîrozbahî li gelek navenda hebûn. Em berê xwe bidin sê paytextên Ewrûpayê: Berlîn, London û Viyanayê.
Li Berlînê bi tevlîbûna bi hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Berdevkê FED-KURD’ê ji bo pîrozkirina Newrozê axivî. Di axaftinên li ser navê TJK-E’yê de jî Newroza Rêber Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê û girtiyên siyasî hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê, bi pêxistina agir û gerandina govendê li dora agir bi dawî bû.
Newroz bi wêneyê Mazlûm Dogan
Li Viyanayê bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes saet di 17.00’an de li Pêşiya Operaya Dewletê ya Viyanayê hatin ba hev û ber bi Stephansplatzê ve meşiyan. Di pîrozbahiyê de posterekî mezin ê Mazlûm Dogan, alayeke dirêj a Rojava, alayên YPG, YPJ û KCK’ê hatin hilgirtin.
Milet ji bo Rêber Ocalan rabû
Li Londrayê jî bi sedan kes hatin ba hev û Newroz pîroz kirin. Tevî ku ji ber pandemiyê gelek astengî hebûn jî li Edmontonê Newroz hate pîrozkirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Kurdan Ercan Akbal li vir got, Gelê Kurd ti carî çok nedanîne erdê û gelê Kurd ji bo Rêber Abdullah Ocalan li her dera dinyayê rabûye ser pêyan.
NAVENDA NÛÇEYAN