Heyeta Rêveberiyê li Danîmarka bû

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 27 Nîsan 2023 - 15:46

Heyeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji  Ebdulkerîm Omer, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Danîmarkayê Dara Mistefa pêk dihat, bi nûnerê Partiya Sosyalîst û serokê parlamentoyê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve yên parlamentoyê Karsten Hønge û serokê Komîteya Têkiliyên Derve yên partiyê Serdal Benli re rûnişt.

Herdu şandeyan der barê rewşa giştî ya Sûriyeyê û helwêsta hikûmeta Şamê û Enqereyê û hewldanên vegerandina Sûriyeyê ji bo komkara dewletên Ereban de nîqaş kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerên partiya Danîmarkî re, qala beyannameya Rêveberiya Xweser ku di 18`ê Nîsanê de, gefên dewleta Tirk a dagirker, dosyaya girtiyên DAIŞ`ê, pêwîstiya dadgehkirina wan ji bo pêkanîna edaletê ji qurbaniyên terorê re, malbatên çeteyan ên di kampên Rojava û Holê de kir. Her wiha şandeyê destnîşan kir ku divê civata navneteweyî berpirsyariyên xwe bîne cih, piştgiriya Rêveberiya Xweser bike di warê siyasî, aborî, ewlehî û leşkerî de bike ji bo ku îstîqrar li herêmê peyda bibe.

Şandeya Danîmarkî jî diyar kir ku ew piştgiriya Rêveberiya Xweser didomînin û teqezî bi girîngiya pêkanîna biryara 2254 a NY´yê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.