Hewldana zindîkirina bibîranînan

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:03

  • Hunermendê Japonî Motoi Yamamoto ji xwê pirr hez dike û nexasim ji bo berhemên xwe yên hunerî xwê bi kar tîne. 

Hunermendê Japonî Motoi Yamamoto ji xwê pirr hez dike û nexasim ji bo berhemên xwe yên hunerî xwê bi kar tîne.

Hema bibêje, hemû berhêmên û înstalasyonên wî bi xwê hatine çêkirin. Ew heyranê xwê ye û ji ber ku xwê zû dihele ji xwê hez dike. Herî dawî ji bo xebata xwe ya bi navê “A Path of Memories” 7 ton xwê bi kar anî. Wî li Japonyayê pêşdibistaneke vala ya ku hatiye terikandin ji xwe re wek mekan hilbijart û peykerên xwe yên ji xwê di hundirê pêşdibistanê de çêkirin.

Yamamoto çend mehan xebitî û beriya dest bi xebata xwe bike, dîwarên pêşdibistanê pêşî bi rengekî şîn boyax kir û paşê jî bi rengê spî şeklên wek labîrentan çêkirin. Wî ji hundir ve her çar aliyên pêşdibistanê boyax kirin.  

Yamamoto dibêje “Ev demeke dirêj e min gelek berhem çêkirine û xebitîme. Weke ku mirov bi serê çiyayekî ve hilkişe. Lê vê carê çiya gelek bilind bû, ji ber wê, ez vê xebata xwe, wek serketin dibînim ji bo xwe. Pişti min dest bi xebatê kir, ez pê hisiyam ku divê ez teknîkên nû bi kar bînim û sebir bikim. 

Labîrentên ku li ser dîwar hatine xêzkirin, mirov ber bi korîdareke dirêj ve dibin. Nêrdêwanên ji xwê, ber bi asîman ve bilind dibin û deriyek jî mirov dibe ber bi baxçeyê ji xwê. Xwêya ku li erdê hatiye belavkirin, wek baxçeyên ku bi fikrên “Zen” hatine çêkirin, bi mirov re bextewariyê çêdikin. Salonên vala yên pêşdibistanê niha careke din bi xebata Yamamoto bi mane dibin.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.