Hewldana çeteyan têk birin

Pêncşem 12 Îlon 2024 - 02:35

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa dagirkirinê ya çeteyên artêşa Tirk a li gundekî têk bir. Di êrişeke din a hewayî de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Doh bi şev 2 komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Um Cilûd. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevgera çeteyan şopand û ew dorpêç kirin. Di encamê de şer derket û êriş hat têkbirin. Hemwextî hewldana çeteyan a ketina gundê Um Cilûd, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 11 guleyên hewan û obîsan êrişî gundê Çatê kir. Her wiha dronek li nuqteya hêzên hikumeta Şamê xistin. Di encamê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.’’

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.