Hewara xwe gihand NY’ê

Nûçeyên Cîhan

În 3 Hezîran 2022 - 21:33

  • Srî Lanka ji bo depoyeke ji berhemên xwarinê yên bingehîn pêk bîne, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza alîkariya lezgîn kir. 

Srî Lanka ji bo depoyeke ji berhemên xwarinê yên bingehîn pêk bîne, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza alîkariya lezgîn kir. 

Hikûmeta Srî Lankayê, hişyar kir ku xetera birçîbûnê li welêt heye û daxwaza alîkariya lezgîn ji NY´ê kir.

Srî Lanka ji serxwebûna xwe û vir ve dina krîza aborî ya herî dijwar de ye. Li welat bi înflasyona heyî re buhabûnê du qatan zêde bûye. Li welêt niha krîza sotemenî, xwarin û dermanan heye.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ji bo "bersiva krîzê ji rewşa awarte ya xwarinê" re plansaziyekê pêş dibîne. Di vê çarçoveyê de dê alîkariya aborî ji bo sektora çandiniyê ya li bajaran bê kirin. Hilberîna birincê ya neteweyî, par ji nîvî kêmtir bû. Ji ber kêmbûna dovîzan, kirrîna ji derve sekiniye. Li gel vê yekê, tinebûna zibil jî bandoreke nerênî li kampanyaya nû dike ku meha derbasbûyî dest pê kir. 

Li vî welatê serjimara wî 22 mîlyon, di Gulanê de Ranil Wickremesinghe yê ku di heman demê de berpirsê wezareta darayî bû, wek serokwezîrê nû hat erkdarkirin.

Meha bihurî di çalakiyên protestoyî de Mahînda Rajapoksa neçar mabû ku dev ji wezîfeya xwe berde. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.