Hewar li cihê cih serketî ye

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 8 Adar 2023 - 03:19

  • Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê saziyên hewarê bi înîsiyatîfa Komeleya Hevkariya Frankfurt-Kobanê hatin ba hev û wan got, divê ji bo rêyên hewarê yên ewle, ew hevkariya hev bikin da ku nexasim jî dewlet hewarê weke sîleheke siyasî bi kar neyînin.

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Komeleya Hevkariya Bajaran a Frankfurt-Kobanê (Städtepartnerschaft Frankfurt Kobane e.V.) li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi panelekê berê xwe da meseleya “weke sîleheke siyasî bikaranîna alîkariya insanî”. Berdevka çapemeniyê û xebatên Rojhilata Navîn a rêxistina alîkariya insanî Medico Internationalê Anita Starosta, bijîşkê hewarê û psîkoterapîst Dr. Michael Wilk, rojnamevanê serbest ku ji Frankfurter Rundschauyê re jî dinivîse Erkan Pehlivan û Karim Aslan jî li ser navê Young Struggle ku rêxistina xwişk û bira ya ESP´ê ye, di panelê de peyivîn. 
Ji Navenda Civaka Kurd a Frankurtê Bîşeng Cizîriyê moderatoriya panelê kir.

Beriya panel dest pê bike, li ser navê Freies Schauspiel û şanoya ku mekanê xwe ji bo çalakiyê amade kir Şanoya Titaniayê Bettina Kaminski bixêrhatina xelkê kir û got, ew gelekî şan e ku Komeleya Hevkariya Bajaran a Frankfurt-Kobanê ji bo çalakiyê hatiye cem wan. Wê da zanîn ku Titaniya ji rêûresmeke kevin a têkoşîna li hemberî desthilatê tê û Rosa Luxemburgê li avahiya Titaniayê 26´ê Îlona 1913´an bang li xelkê Frankfurtê kir, da ku şerê împeryalîstan red bikin û leşkeriyê ji wan re nekin.

Piştre nûnera Komeleya Hevkariya Bajaran a Frankfurt-Kobanê Bianca Winter got, “Wan navê Nabe ku alîkariya insanî veguhere sîleke siyasî, bi zanîn tercîh kiriye: Lewma ya ku niha li Tirkiye û Sûriyê diqewime tam jî ev e.” Wê da zanîn ku erdhejê zirar li avahiya Mala Sêwiyan a Alan Kurdî ya li Kobanê jî kiriye. Komeleya Hevkariya Bajaran a Frankfurt-Kobanê ji bo avakirina vê malê kampanya birêve biribû. Wê da zanîn ku avahî divê were tamîrkirin da ku karibe bê bikaranîn.

Piştre endamê Meclîsa Şaredariya Frankfurtê yê SPD´yî Abdenassar Gannoukh jî got, nexasim jî aktorên mezin xwe lê kerr û kor dikin ku alîkariya insanî ji Kurdan û Elewiyan re naçe û xwest ev yek bêhtir bê darîçav kirin û ji bo çaresariya pirsgirêkên xelkê, gav bên avêtin.

Xebatkara Heyva Sor a Kurd Fee Baumann ji ber karê hewarê nekarî online yekser tevlî panelê bibe, lê dîmenên ku ji Helebê girtibûn şandin ji panelê re. Anita Starosta û Dr. Michael Wilk ew dîmen şirove kirin. Her du jî gelek caran ji bo hewarê û alîkariya insanî çûne Rojavayê Kurdistanê. Wan bi bîr xist ku nexasim li deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de yên li Rojava û Sûriyê erdhejê zirareke mezin daye mirovan, lê alîkariya bi wan re pirr zehmet e, ji ber ku hem dewleta Tirk alîkariyan asteng dike, hem çete alîkariyan talan dikin û hem rejîma Esed weke caran rêbirî û diziyê dike.       

Alîkariya insanî siyasî ye

Paşê ji Medico Internationalê, Anita Starosta behsa çûna xwe ya herêmên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Wê bi bîr xist ku li Elmanyayê xelk amade ye alîkariyê bike, lê ji ber ku alîkariyên hewarê di ser yek kanala fermî tê kirin, ev alîkarî di destê wê kanala fermî de dikare veguhere sîleheke siyasî. Li ser pirsa ka gelo cudakeriyeke yekser a beramberî Kurd û Elewiyan heye, wê got, “Di nava du rojên em li wir de, em nikarin bi isehî hin tiştan bibêjin. Lewma cihê erdhejê zirar lê kir pirr mezin bû, em nikarin bibêjin, mirov dikarî yekser xwe bigihîne her derê. Lê awayê gihandina alîkariyê dide nîşan ku alîkariya Elewî û Kurdan dereng maye. Li aliyê din navenda alîkariya hewarê ya maseya krîzê ya li Bazarcixê bi qeyûm hat dagirkirin. Yanî dewletê nexwest alîkarî li derveyî kontrola wê bê kirin.”

Dr. Michael Wilk jî ji tecrûbeya xwe ya dema dagirkirina Efrînê nimûne anîn û got, “Me hingê alîkariya insanî bir Efrînê, ew jî bombebaran kirin. Rejîma Beesê jî alîkariyê asteng dike yan jî hewl dide alîkariyê talan bike. Alîkariyê fermî yên Neteweyên Yekbûyî di ser Şamê re tên kirin. Rejîm van alîkariyan yan difiroşe, yan jî weke sîleh bi kar tîne. Di rewşa felaketan de jî alîkariya dinyayê negihişt Rojava, û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di dema Koronayê de jî ev yek neguherî.”

Erkan Pehlivan jî rexne li daxuyaniya Xaça Sor a Elman girtin, lewma ew bi daxuyaniya xwe xwedî li Heyva Sor a Tirk derketibû. Pehlîvan ev yek weke mesele nîşan da ku Xaça Sor daxuyaniya Heyva Sor a Tirk weke rast qebûl kir û firotina kon, xwarin û xwarina konserve nexist ber lêpirsînê. Wî gelek nimûneyên nelirêtiyên elaqedarî alîkariya hewarê îfade kirin û got, hêrsa xelkê li dijî desthilata AKP-MHP´ê zêde bûye.

Panelîstan da zanîn ku navendîkirina karê hewarê, hewar asteng kiriye û hewara ku li cihê cih hatiye birêxistinkirin xwe zûtir gihandiye xelkê, çêtir bersiv daye pêdiviyan û serketîtir bûye. 

Alîkariya xwe di ser HSK´ê re bikin

Di dema minaqeşeyan de nexasim pirsa gelo, dewleta Tirk û rêxstinên yekdestar û navendîkirî yên hewarê yên wê dewletê, li dijî Kurdan û Elewiyan cudakeriyeke bi qest kiriye yan na. Nimûne û tecrûbeyên xelkê, û bersivên panelîstan nîşan da ku alîkariya insanî timî siyasî ye. Rewşên felaketê jî rewşa xwerû ya peywendiya desthilatê û bindestan bi rêya alîkariya hewarê nîşan didin.

Panelîstan xwest ji bo ku alîkarî neyê siyasî kirin, alîkariya insanî di ser Heyva Sor a Kurdistanê, Medico International û Komeleya Hevkariya Bajaran a Frankfurt-Kobanê bê kirin. Wî wekî din da zanîn ku kanalên wan hene ji bo ku alîkariya madî jî bigihînin cihên pêwîst.           

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.