Hevrê Feraşîn ji bo şoreşê têkoşiya

Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:15

  • Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan, fermandara pêşeng Feraşîn Bêrîtan bibîr anî ûgot:” Di şexsê heval Feraşîn de em ê hewl bidin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşînê hîn mezintir bikin. Ji bo ku ruhê heval Feraşîn li her derê were jiyîn, em ê têkoşîneke bêhempa bidin meşandin.”

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan, fermandara pêşeng Feraşîn Bêrîtan ku di encama êrîşa dewleta Tirk a 14’ê Kanûna 2023’yan de şehîd bû, bibîr anî û diyar kir ku dê teqez armanca wan pêk bînin.

Peyman Viyan, di serî de di şexsê hevrê Feraşîn Bêrîtan de em hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got, “Bi taybetî em hevrêyên ku ji heman herêmê tevlî nava Tevgera Azadiyê bûne û canê xwe feda kirine, bibîr tînin. Hevrê Feraşîn jî di şopa van hevalan de beşdarî nava Tevgera Azadiyê bû û heta dawiyê erka xwe ya şoreşgerî bi şêwazek herî baş pêk anî. Şehadeta hevrê Feraşîn ji bo me weke Tevgera Azadî ya Rojhilat windahiyeke giran bû. Ji ber ku hevrê Feraşîn hem di asta şoreşgerî de û hem jî di asta rêveberiyê de pêşengiya her kar û xebatî dikir. Bi îdîayê ku şoreşê bi ser bixe li her derê têkoşîn dikir. Ji ber vê yekê şehadeta hevrê Feraşîn ji bo Tevgera me windahiyeke giran bû. Lê em dizanin bi dehan heta bi sedan keç û xort bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê, dê têkoşîna hevrê Feraşîn bidomînin.”

Viyan Peyman, anî ziman ku şehîd Feraşîn tevlîbûneke bi zanabûn ji bo Tevgera Azadiyê pêk aniye û wiha domand, “Dema ku me hev nas kir, hê 3 meh li ser tevlîbûna wê ya nava Tevgerê bihurî bû. Me bihîstibû ku hevrêyek ciwan ji bajarê Selmasê beşdar bûye, me bi xwe jî meraq dikir ku bibînin. Hevrê Feraşîn ji ber tevlîbûna xwe, gelek kelecanî û bi coş bû. Aliyê wê yê manewî û îdîaya wê xurt bûn. Ev yek di kaseyat û helwesta hevrê Feraşîn de xwe dida der.”

Viyan Peyman, da zanîn ku şehîd Feraşîn di nava hewirdorek welatparêz ku bi çanda berxwedanê tê nasîn mezin bûye û wiha dewam kir, “ Her tim li dijî êrîş û dagirkeriya hêzên derve, serî hildane û di parastina çanda xwe de helwestek xurt raber kirine. Beriya Tevgera Azadiyê jî ev herêm xwe ji gelek êrîşan parastiye. Cihê hevrê Feraşîn lê mezin bûye, xwedî çanda jinên serhildêr, jinên ku li dijî pergala mêrsalarî û dagirkerî têkoşîn didin meşandin e. Ew jî li nava hewirdor û çandeke bi vî rengî de mezin bû. Gelek caran ew bi xwe jî behs dikir, berxwedana Kelha Dimdimê ku weke çanda berxwedanê derketiye pêş, li hemberî Şah Ebas ê wê demê bi mehan berxwedan hatî kirin. Di vê berxwedanê de jin ji bo ku nekevin destê dijmin, xwe bi keziyên xwe daliqandin ango di zinaran de xwe avêtine.”

Viyan Peyman destnîşan kir ku rola şehîd Feraşîn di avakirin û xurtkirina HPJ’ê de pir mezin e û wiha got, “Li seranserê Îranê em çawa dikarin artêşa jinê mezin bikin ku jin bibe xwedî îrade, hebûn û parastin, li ser van mijaran gelek lêhûrbûn dikir û li gorî wê plan û proje pêş dixist. Ji ber vê ger îro HPJ’ê di vê astê de li Rojhilatê Kurdistanê weke hêzeke parastina jin esas tê girtin, ev yek bi saya hevrê Feraşîn e.”

Viyan Peyman, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir, “Em Partiya Şehîdan e, li ser xeta şehîdan têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê mezin bûye. Li ser xeta Zîlan Pepûle, Şirîn Elemhûlî û li ser xeta Aryen û Feraşînan roja îro li Rojhilatê Kurdistanê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî belav dibe. Îro em bi hêzeke mezin têdikoşin. Em ji bo giştî gelên Îranê dibin nimûne û sembol. Di şexsê heval Feraşîn de em ê hewl bidin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşînê hîn mezintir bikin. Ji bo ku ruhê heval Feraşîn li her derê were jiyîn, em ê têkoşîneke bêhempa bidin meşandin. Em berpirsyarên şehîdên xwe ne. Divê em keda van hevalan li Rojhilatê Kurdistanê bi azadiyê mîsoger bikin. Xeyala van hevalan, bi taybetî jî xeyala heval Feraşîn ew bû ku li Îranê artêşa jin, hêza jinê mezin bibe. Heval Feraşîn ji bo ku civaka Kurd ji qirkirinê rizgar bibe, têkoşîn meşand.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.