Hêvî û belkî...

Nûçeyên Forum

Çarşem 15 Hezîran 2022 - 03:51

  • De bila ew li bendê bin ku em dev ji “belkî”ya xwe berdin û dest biavêjin pêşa bêzariyê û deriyê xwe bi şevên bê sibe(roj) re vekin. Ya wan jî bendewariyek e û em êdî hay ji hev hene. Dibe ku mifteya deriyan di destê wan de be, lê rojên ku bên, tev yên me ne û ti deriyek nîne ku roj wî deriyê veneke...

CENGÎZ EKER

 

Carna, ecelê gotinê tê ku meriv bêje, ma wê bi kêrî çi bê hayjêhebûna we ya ku hûn jê ti gumanan nakin. Piştî şevê tim roj hiltê lê heke roja ku tê tiştên hûn li bendê ne bi xwe re neyîne. Em bibêjin, hûn zanin xwarina sîrerûnî (avsîrk) bi çi û çawa tê çêkirin û bi kêrî çi tê. Lê tiştên ku sîrerûn pê tê çêkirin (sîr, mast, rûn, nan, beroş, agir û hwd) di destê we de tine ne. Bi vê mînakê qesta min ew nîne ku ez mijara li jor ya biqasî ku bi giştî jiyana merivekî rahilîne nava xwe, berfireh şirove bikim. Lê belkî ez dixwazim bibêjim, çawa ku hayjêhebûn û zanebûna we ya derbarê xwarinê de zikê we têr nake, heke ew xwarin bi xwe li holê tine be, her wiha hayjêhebûn û zanebûna we ya derbarê roja li pey şevê de jî ruhê we têr nake, heke roja ku tê bi destê xwe re wan tiştan neyîne ku hûn tim li bendê ne.

Ji aliyê din ve em tev ji jiyana xwe dizanin ku li welatê me roj ne me bi dengê bilbilan ji xewê şiyar dike û ne jî yeka me dike hezar. Lê dîsa jî em ti carî û bi ti awayî hêviyên xwe ji rojê nabirrin. Ev yek mîna neçariyekê bê xuyankirin jî rastî ne wisa ye. Li welatê me ev helwêsteke çandî ye. Bi navê din, ev adetek e. Rojên ku tên û diçin çiqasî şûna mizgîniya şahî û dîlanan, xeberên şînê radigihînin bila ragihînin em ti car dev ji bendewariya siberojên ronahî bernadin û her êvar bi hêviya roja din birînên xwe yên ku roja çûyî li dil û ruhê me vekirine dipêçin û wisa xwe berdidin nav tariya şevê.

Ji bo her kesî nebe jî, ji bo me jiyan ev e; şevên giran û rojên bê xem yên ku bêyî guh bidin daxwaz û mirazên me, mîna hespê dîrokê yên westiyayî bi hemdê xwe û di ser me re giran giran derbas dibin. Kêf, şahî, û bextewariyên xwe nizanim ji kî û kî re; lê derd, kul û êşên xwe ji eseyî ji me re dihêlin û wisa diçin. 

“Belkî” dibêjin em, her carê û pê de diçin. “Belkî, me roj şaş kirine. Belkî ew roja ku em li bendê ne, ne ev roj e... Belkî, roja hatî ji bîra kiriye ya ku em jê dipên bi dest xwe re bîne. Belkî, roja me li ciyekî asê maye. Belkî, haya rojê ji her tiştî heye, lê ji bo ku sebra me biceribîne xwe giran dike. Belkî, tiştekî ku em nizanin lê roj zane heye û roj li benda wê ye...” Belê, em bi vê re him têkliyên xwe û rojê xweş dikin û him jî emrê bendewariya xwe dirêj dikin.

 

Hezkirina ji hêviya barîna şiliyê

Bêguman, em tevna xeyalên xwe her tim li ser bendên di navbera dilê me û rojê de ragirtî li dar naxin. Di nava herka jiyanê de carcaran ew tevn sist jî dibe. Di demên wiha de gava bêzarî serî li me dide, em bizê xwe ji ya heyî ve tînin û bi gazinî dibêjin, xwedê xera bike karê dinê, ma îca ev jî hal e ku em tê de ne. Ma bendewarî ji emirpûçkirinê pêştir bi kêrî çi tê. Belê, di wan deman de ku bêzarî serî li me dide, devê me wisa dibêje, lê dilê me li têla dirêjkirina emrê bendewariyê dixe. Diyar e ku em ji wê hez dikin. Jiyan wisa ye. Carna meriv ji şiliyê bêhtir ji wê hêviya barîna şiliyê hez dike...

Belê, em dizanin bend û belkiya ku me xwe pê girtiye, ne ew bend e ku meriv bi dirêjahiya emrekî xwe pê bigire. Heta ji bo gelek kesan, hebûn û tinebûna wê jî ciyê niqaşê ye. Lê em çi bikin (ji bo vê gavê) rewş ev e, yan jî ya ku para me ketî ev e. Îca ew (belkî) jî tine bûya, me yê çi xwelî li serê xwe bikira. Na. Bila ev gotin neçariyê neyîne bîra we. Neçarî karê kesên ku hêviyên wan nîne ye. Em ne ji wan in û em ê nebin ji wan jî. Dibe ku rojê heta niha tiştên ku em li bendê ne ji me re neanîbin û ji ber vê zêde tiştekî me tine be. Dîsa jî hêviya me, biqasî ku em karibin bi vê tinebûna kambax re şer bikin, hewasa jiyan û hêza berxwedanê dide me. Ev tenê ne tiştek e, gelek tişt in. Ma nexwe me yê çawa karibûya li hember bayê bendewariya bi deh salan xwe ragirta. Dibe ku di nava dilê kesên azad de “belkî” bendeke xeyalî û bê ewle ye di navbera hebûn û tinebûnê de. Lê ji bo kesên girtî, maneyeke wê ya jê wêdetir heye. Ew hîmê hêviyê ye ku yên girtî xaniyê siberoja xwe li ser wê lêdikin û ruhê xwe yê êşiyayî di bin siya wî de aş dikin.

Wê şaş nebe heke em bibêjin, çi der çi hundir, her meriv kêm yan jî zêde bi hêviyê dijî. Lê di vî warî de di nevbera her du aliyan (derve û hundir) de cudahiyeke diyar heye. Dema behsa hêviyê tê kirin kesê li derve bi gotineke din, kesê ku bi hesabê kartekê ji yê girtî azadtir e, ji kîsê jiyanê û kesê girtî yê di bin nîrê esaretê de ji kîsê xwe dixwe. Ji ber vê ye ku di jiyana kesê girtî de ew jiyana ku bi giranî ji bendewariyê pêk tê, hêvî tişta herî giranbuha ye. Girtî wê hêviya ku ji nan û avê bêhtir pêdiviya wî pê heye ji goştê canê xwe diafirîne û ji ruhê xwe re dike qinyat û taqet da ku ruhê wî zindî bimîne. Nexwe wê nikaribe tenê bi nan û avê bijî...

 

Hêviya ji goştê canê mirov dilop bi dilop diwerive 

Ev tiştekî asayî ye ku dema derfetên merivekî yên ger û geştê hebin ruhê wî kesî pêwîstiyê pê nabîne ku terka wî bike û here li çiya û baniyan bigere. Jixwe, ew bi xwe digere û ruhê wî jî pê re. Lê heke merivek di pişt heft dîwaran de girti be, ruhê wî bi awayekî jênerev car bi car terka wî dike û derdikeve rêwîtiyên dûr û nêzîk. Xisleta ruhê meriv wisa ye. Ew ti carî û bi ti awayî nayê zept û reptê. Ya ku ruhekî wê rêwîtiyê pêkan dike jî mîna me li jor jî got, hêviya ku ji goştê canê merivan dilop bi dilop dadiwerive pêştir, tiştek nîne.

Ji bo girtiyekî emrê bendewariyê çiqasî dirêj dibe bila bibe, heta ku di binê hişê wî de belkiyeke wî û di keviya dilê wî de hêviyeke wî hebe, ew ê ti carî li hemberî şert û mercan serî netewîne yan jî nakeve tora bêzariyê û dev ji armanc û mirazê xwe, bi gotineke din dev ji xwe bernade.

Çawa ku heta niha ti kesî ji me re negotiye, ev kar karekî hêsa ye, her wiha em jî ji ti kesî re nabêjin, hûn ê tenê rûnên û mîna ku li benda “erebeya dara”* bin xwe bi destê bendewariyeke bêhnfireh ve berdin û çavlirê bin ku hin tişt bi awayekî jixweber werin ser hemdê xwe. Na. Ev nîne ya ku em behsa wê dikin. Kevir jî dikarin vê yekê bikin û dikin jî. Bi hezaran sal in ku di ciyê xwe de sekinîne û li benda ba ne ku biweze were wan biguhere bike tiştekî din...

Bendewarî û kuştina hêviyê

Heger hûn girtî bin, heqê we yê rûniştînê êdî nemaye. Ji bo girtiyekî rûniştina dirêj bi qewlê serhediyên me ve, velezandin tê maneya mirinê. Merivê girtî nikare tenê rûnê. Divê bêwest û sekn bi çil destî kar bikin da ku karibin ji siberojê bi hêvî bin.

Meriv bêyî gelek tiştan dikare bi salan bijî lê bêyî hêviyê nikare tenê kêliyekê ji bijî. Biqasî me, ewên ku me di pişt heft deriyê hesinî de digirin jî ji vê rastiya bingehîn haydar in. Ji ber vê ye ku tinekirina hêviyên me ji bo xwe dikin armanca sereke û bi hemî hêz û derfetên xwe bi ser me de tên. Ya ku nahêle rojên tên, tiştên ku em li bendê ne ji me re bîne, ev hewladanên wan in. Li gorî wan emrê bendewariya me çiqasî dirêj bibe, bêzarî jî dê ewqasî zêde bibe û her ku dem bibihure, wê bi zorê li derê me bide û biryara me ya berxwedanê lawaz bike. Piştî vê, êdî çi tê weke wan em jî dizanin...

De bila ew li bendê bin ku em dev ji “belkî”ya xwe berdin û dest biavêjin pêşa bêzariyê û deriyê xwe bi şevên bê sibe(roj) re vekin. Ya wan jî bendewariyek e û em êdî hay ji hev hene. Dibe ku mifteya deriyan di destê wan de be, lê rojên ku bên tev yên me ne û ti deriyek nîne ku roj wî deriyî veneke...

 

* Erebeya Dara: Li herêma Serhedê biwêjeke ku balê dikişîne ser bendewariyeke mirî yan jî qîmpêanîna rewşa heyî û û wiha dibêje, “me erebeya xwe şandiye dara, hat kar e, nehat ji xwe erebeya me bi dar e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.