Hevdîtinên li Iraqê bingeh in

Nûçeyên Cîhan

Duşem 5 Hezîran 2023 - 02:25

  • Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Feysel Miqdad li Bexdayê bi hempîşeyê xwe yê Iraqê Fuad Hisên re civiya. Piştî civînê wan daxuyaniyek da.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad bi serdaneke fermî pêr çû Bexdayê. Miqdad li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re dicive, piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re, wan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê Feysel Miqdad got, “Em ê ji bo bihêzkirina peywendiyên bi Iraqê re hewl bidin. Bi Iraqê re guftugo bi pêş dikevin, ji bo serweriya Iraq û Suriyeyê em kar dikin. Guftugoyên bi Iraqê re bingeh in, herwiha em ê dubare li Qahîreyê jî ji bo asayîkirina rewşa Suriyeyê kom bibin.”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî piştre got; “Peywendiyên bi Suriyeyê re kûr in, helwêsta me jî piştgiriya gelê Suriyeyê ye. Ji bo rewşa Suriyeyê, pêwîstiya me bi pêngaveke navnetewî û herêmî heye. Ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Suriyeyê, wê dema bê, pêngavên me hebin. Me îro di civînê de behsa alîkariya bi Suriyeyê re kir, herwiha me mijara têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişber jî xist rojevê.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.