• Serokê Koma Partiya Gel a Ewrûpayê ku koma herî mezin a PE’yê ye, Manfred Weber nerazîbûnên tund nîşan dan ji ber ku hevkariyên nû li gel rejîma Erdotan tê kirin.

Serokê Koma Partiya Gel a Ewrûpayê ya ku koma herî mezin a PE’yê ye, Manfred Weber daxwaz kir ku hevdîtinên endamtiyê yên di navbera Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyeyê de bên rawestandin.

Piştî ku hefteya bihurî Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ûrsûla Van der Leyen û Serokê Komîsyona YE'yê Charles Michel çûn ber lingên Serokkomarê Tirk Erdogan, û peymanên nû îmze kirin, nerazîbûnên ji civînê û miameleya bi Von der Leyen re dewam dikin. 

Serokê Koma Partiya Gel a Ewrûpayê ku koma herî mezin a PE’yê ye, Manfred Weber nerazîbûnên tund nîşan dan ji ber ku hevkariyên nû li gel rejîma Erdotan tê kirin. Wê nerazîbûna xwe ji miameleya bi von der Leyne re jî nîşan da. 
Weber ji televîzyona bi navê Buitenhoftv re axivî, daxwaz kir ku karên ji bo endamtiya Enqerê ya YE’yê hemû bi temamî bên rawestandin.

Siyasetmevanê Elman Weber, anî ziman ku hevdîtina li gel Erdogan sekna parçeyî ya di nava YE’yê de nîşan daye: “Dem hatiye ku êdî sekneke hevpar bê nîşandan. Tirkiye nabe endamê YE’yê.”
Weber destek da Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi jî. Draghi ji bo Erdogan gotibû ‘dîktator’. NAVENDA NÛÇEYAN