Heta niha 78 êriş pêk hatine

Nûçeyên Cîhan

Şemî 9 Kanûn 2023 - 00:33

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) ragihand heta niha li Iraq û Suriyeyê komên çekdar bi giştî 78 êriş li dijî hêzên wan pêkanîne. Hat gotin di êrişan de 66 leşkerên Emerîkî bi sivikî birîndar bûne. Pentagonê daneyên dawî li ser êrişên komên çekdar ên li Iraq û Suriyeyê li dijî hêzên Emerîkayê pêktên, belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, komên çekdar hin êrişên nû li ser baregehên wan pêkanîne û bi van êrişan re hejmara êrişên ku li Iraq û Suriyeyê li dijî baregehên Emerîkayê pêkhatine gihişt 78 êrişan. Hat diyarkirin di encama wan êrişan de 66 leşkerên Emerîkayê bi sivikî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî bi dawîbûna agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de komên çekdar li Iraq û Suriyeyê li dijî baregehên Emerîkayê dest bi êrişên nû kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.