Heta azadiya Ocalan têkoşîn

În 13 Îlon 2024 - 02:20

DBP’ê encamnameya komxebata “Bi rêxistinbûyînê ve em ê ber bi azadiyê dimeşin” ya di 8-9’ê îlonê de li Amedê li dar xist eşkere kir. DBP’ê wiha got: “Di çarçoveya xebatên komxebatê de bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ dest bi pêngava ‘xwerêxistinkirinê’ bikin.’’

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 8-9’ê îlonê de li Amedê komxebeta ji bo amadekariya konferansa rêxistinbûyînê li dar xist. Di vê komxebatê de rewşa rêxistinbûyînê û êrişên li ser gelê Kurd, geşedanên siyasî yên li Kurdistanê û cîhanê bi berfirehî hatin nirxandin.

Ocalan dibe hedefa hêzan

Di encama komxebatê de hate destnîşankirin ji bo çareseriya ku pêşniyar dike Rêber Ocalan ji alî hêzên hegemon û hêzên herêmî ve dibe hedef, dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê êrîşa li ser Kurdan bi çarçoweya ‘’Plana Têkbirinê’’ û konseya şer a bi armanca tasfiyekirinê didomîne û di nirxê exlaqî û wijdanî nasnake.

Rewşa rêxistinî hate nirxandin

Her wiha berxwedana gelê Kurd û dostên Kurdan ên dijî êrîşên berfireh hate bibîrxistin û hate gotin,’’Bi vê çarçoweyê, bi armanca nirxandina rewşa me ya rêxistinî û bi armanca afirandina feraseteke nû ya rêxistinkirinê bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ me du rojan komxebata xwe ya rêxistinbûyînê li dar xist.’’

Kêmasî û qelsî hatin rojevê

Têkilî naveroka komxebatê de ev agahî hatin dayin:’’Di komxebata me de li dijî êrişên faşîzmê biryardariya gelê me û rêxistina partiya me ya serkeftinê derket pêş. Di çarçoveya rexne kirin û rexnedayînê de me rewşa xwe ya vê serdemê bi berfirehî nirxand, kêmasî û qelsbûnên xwe anî rojevê. Her wiha em li ser pratîk û ferasetên ku me têk dibe, rê li ber qelsbûnan vedike û ji serkeftina gelê me re dibe asteng, sekinîn. Di vê çarçoveyê de, bi pîvanên îdeolojîk, polîtîk û ehlaqî peywir û berpirsyariyên rêxistinî hatin diyarkirin û mezinkirina têkoşînê esas hat girtin. ‘’

Giringiya rêxistiniyê

Bi domdarî giringiya rêxistiniyê hate desntîşankirin û hate gotin,’’Her wiha divê em bêhtir rêxistinbûyîna xwe mezintir bikin û rêxistinên xwe bi pêş bixin. Di vî warî de sazkirina yekitiya gelê Kurd, pêşxistina asta rêxistinbûyîna me wek peywirên sereke li pêşiya me disekine, divê lihûrbûna me jî di vê çarçoveyê de bimeşe. Di vê çarçoveyê de, encamên komxebata me bi hêvî û coşeke mezin, bi moral û baweriyeke xurt di rojeva me de ye. ‘’

Heta azadiya Oalan têkoşîn

Di encamnameyê de tecrîda li ser Rêber Ocalan hate destnîşankirin û hate gotin,’’Rêzdar Ocalan, îrade û temsîlîyeta civakî û polîtîk ya têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurd e. Ji ber vê rastiyê jî, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de heya ku azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan pêk neyê, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û em ê her tim mezinkirina vê têkoşînê wek rojeva sereke bigrin dest.’’

Kêmasî hatin tespîtkirin

Di encamnameyê de kêmasiyên rêxistinî hatin desntîşankirin û hate gotin,’’Di gelek aliyan de di warê rêvebirin û rêxistinkirinê de pirsgirêk û qelsbûyînê me hatine tespîtkirin. Ji ber vê yekê jî biryar hat dayîn ku; divê em demildest dest bi xebatên berfireh bikin.  Li ser esasa ‘rêbaza herî bingehîn ya hebûnê rêxistibûyîn e’ me biryar da ku; di çarçoveya xebatên komxebatê de bi şîara ‘Rêxistibûyîn Serkeftin e, Azadî bi Rêxistinbûyînê ve Dest Pê Dike’ dest bi pêngava ‘xwerêxistinkirinê’ bikin.’’

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.