Hestiyên 182 zarokên xwecihî 

Nûçeyên Cîhan

În 2 Tîrmeh 2021 - 01:17

  • Goristan li cihekî nêzî pansiyoneke asîmîlekirina zarokên xelkê xwecihî bûye. 

Li Kanadayê pêr jî goristaneke ji 182 bêkesan hate dîtin. Ev goristan jî li cihekî nêzî pansiyoneke asîmîlekirina zarokên xelkê xwecihî bû. 

Hefteya derbasbûyî li Saskatschewan a li rojavayê Kanadayê li Marievalê 751 gor û dawiya meha Gulanê jî li bajarê Kamloopsê ya li British Columbiayê, li cihekî nêzî pansiyona ji bo asîmîlekirina zarokên gelê xwecihî gorek ji hestiyên 215 zarokî hatibûn dîtin.

Civaka Kootenyan a Jêrîn jî pêr bi daxuyaniyekê ragihand ku li nêzî dibistaneke berê goreke ji hestiyên 182 kesî hatiye dîtin. Gora komî li nêzî dibistana berê ya St. Eugene ya li British Columbia ya eyaleta Cranbrookê hatiye dîtin. Gor bi rêya jeo-radaran tên tespîtkirin. Hate ragihandin ku dibistana navborî di navbera salên 1912 û 1970'î de dihate bikaranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.