Beşekî qirkirinê destavêtin

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 19 Tebax 2020 - 23:59

  • Dijminên Kurdan di qirkirinê de Kurdistanê weke cihekî xwe lê biceribînin, dibînin. Ji bo vê jî tiştê qet nayê bîra we, dikin. Nexasim ev xisletên em bi kurtî qal dikin, bêhtir li dewleta Tirk tên. Dewleta Tirk dewleteke çete ye. Di çetetî û cerdiya xwe de jî hoste ye. Di nava Tirkiyê de yên berberiya wê jî bikin nînin yanî muxalefeta wê nîne. Dewlet (çete) yek e. Tenê carna ji xwe re bi qestîka, muxalefetê çêdike.

Hinek gotin hene divê qet em ji wan nekevin şikê. Heke piçeke xuşûş bikeve dilê me, dibe ku bîr û baweriya me kulekî û kurmî bibe. Yek ji wan gotinan ew e, divê em qet ji bîr nekin, dijminên Kurdan dixwazin wan qir bikin û ji bo vê jî gelek rê û rêbazan bi kar tînin. Geh hewl didin bi sîlehê wan qir bikin, geh jî bi asîmîlasyonê, lê ya herî trajîk di warê bîr û baweriyê de ye. Mirovan ji kirasekî derdixin û dixin kirasekî din. Ango dike ku mirov xwe nas nekin, ne tenê xwe nas nekin, bibin dijminê xwe yê herî xedar. Di vî warî de jî medya civakî bi gotineke din cîhana înternetê bi kar tînin.
Dijminên Kurdan di qirkirinê de Kurdistanê weke cihekî xwe lê biceribînin, dibînin. Ji bo vê jî tiştê qet nayê bîra we, dikin. Nexasim ev xisletên em bi kurtî qal dikin, bêhtir li dewleta Tirk tên. Dewleta Tirk dewleteke çete ye. Di çetetî û cerdiya xwe de jî hoste ye. Di nava Tirkiyê de yên berberiya wê jî bikin nînin yanî muxalefeta wê nîne. Dewlet (çete) yek e. Tenê carna ji xwe re bi qestîka, muxalefetê çêdike.
Îca em bêne ser meseleyê. Dewleta Tirk di qada medya civakî de jî hewl dide bi her awayî bi Kurdan bilîze. Hewl dide wan di warê têgihiştin û serwextbûnê de bihelîne. Ji bo wê jî qada medya civakî bi kar tîne. Van rojan li ser tevna civakî dîmenekî nîşan didin ku çawa zarokên Amedê camêr in, û alîkariyê dikin. Goya hinek kes ji Tirkiyê tên Bakurê Kurdistanê, cihê wan nîne (tu dibêjî qey hotêl tineye) û birçî ne (jixwe aşxane tinene) bi çilekî û şelafî li dora zarokên Amedê digerin ji bo parîkek ziqûm bidin wan. Çawa ku zilamê spî biçe nava qebîleyekê. Yan jî van demên dawî gelek bernameyên xwarinê yên youtubeyê çêbûne diçin aşxaneyan bi niyeta wê reklama wan bikin, mirçemirça devê wan weke dinyanedîtiyan xwarinê belaş dixwin. Axir van demên dawî, xwediyê hin aşxaneyan heqê xwarina xwe distînin.
Li kêleka vê, dewleta Tirk weke beşek ji qirkirinê destavêtin û destdirêjiyê li Kurdistanê dimeşîne. Kesên li Kurdistanê vê dikin nayên girtin û bêne girtin jî di deriyê piştê re têne berdan û heta têne xelatkirin. Li ser medya civakî gelek hesabên qelp hene û bi rêya van jî mejî têne dewixandin. Jixwe, hinek jî bi ber bayê wan dikevin û mîna haya wan ji bayê felekê tinebe mîna bûyereke namûsê ya jirêzê qal dikin. Gelek kes navê destdirêjker hil didin û dibêjin, divê were girtin. Tu dibêjî qey bûyereke xweber qewimî ye û li naverastê dijmin tineye. De îca dijmin jî ne tenê dijmin e. Di dîroka dinyayê de dijminekî wisa qirker û înkarker ê ti pîvanê nas nake, hema bêje nîne. Ya rastî, wexta tê Amedê qaşo qala camêriya zarokan dike, di heman demê de dest diavêje mejî û dilê safikan. Ma ne, jixwe ji vî aliyê qels derba xwe li me dide. Mala me xira dike, me dikuje, me dipelixîne, cenazeyê me bi erdê re kaş dike, li dibistanan me ji rengekî derdixe dixe heft rengan û paşê tê dinêre ka hê jî em jê re merheba dibêjin yan na. Wexta dibîne tevî her tiştê bi me kirî em hê jî silavê didinê, dimirije û kêfxweş dibe. Ji ber ku dibîne di qirkirinê de serketî ye. Jixwe bi vî rengî gelek keç û xortên Kurdan li hin deverên amadekirî, dixe dafik û xefikê. Ji ber ku ew zanin, "zarokê camêr" û "xuşka wî" ji bo wan amade ne.
Beriya her tiştî divê em ji bîr nekin ku dijminekî me heye dixwaze koka me biqelîne û me ji holê rake heye. Ji lewra, divê em jî di her warî de bergirî û parastina xwe bikin. Seba vê jî divê em li ser tevna medya civakî xwe bi rêxistin bikin. Bi hevalî û hogiriyê hev hişyar û sererast bikin; hev serwext û têgihiştî bikin. Meydanê ji fesad û gelacan re jî nehêlin. Eger em bêhtir hewl bidin bi zimanê xwe binivîsînin, yeqîn dikim ku em ê beşekî mezin rê li wan bigirin. Lê xebatên di çarçoveya serwextî û têgihiştinê de bêne kirin wê bêhtir encamgîr bin. Çendek berê hesabek bi navê zimanê Kurdî hebû, lê dijminatiya tevgera azadiyê dikir. Hesabên bi vî rengî xwe Kurdî nîşan didin hene û di heman demê de êrişî nirxên Kurdî dikin. Divê pîvanên me zelal bin. Her kî dibe bila bibe, êrişî nirxên Kurdî bike, xizmetê ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê re dike. Dijminê înkarker û qirker dest diavêje her tiştê Kurdan û gelan, lema gelê Kurd û gelên din jî divê hişyar bin û zanibin çawa tola xwe hilînin. Qet nebe divê hisa tolhilanînê di nava dilê xwe de biçînin.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.