Rûmeta xwe diparêzin

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 13 Kanûn 2020 - 23:00

  • Lazim e di serî de civaka Êzîdî ya li çar aliyê Kurdistanê û cihanê û gelê Kurd li dora vê berxwedanê bibe xelek û destûrê nedin ku careke din ev civak bê qirkirin, ferman lê bên rakirin.

Şingal ango Êzîdxan di aliyê dîrokî û erdnîgarî de ji bo civaka Êzîdî xwedî cîhekî taybet û stratejîk e. Ji ber vê taybetmendiya xwe 73 ferman lê rabûne. Gelek caran bûye navenda êriş û malwêraniyan. Vê civakê li hemberî ferman û komkujiyan hemûyan di sînga çiyayên xwe de hebûna xwe parastiye. Ji ber van êrişan Êzîdî li Iraq, Sûrî, Rusya, Gurcistan, Ermenistan, Turkiyê û gelek welatê Ewrûpayê belav bûne.

Rewşa civaka Êzîdiyên li van welatan, tirajediya wan radixe ber çavan.Travma, êş û elemên bi hezarên salan bi serê wan de hatî, ji nivşê berê heta bi nivşê nû, nikarîne ji ti kesî re bêjin. Lê li gel ewçend êş û azaran jî di nava xwe de baweriya xwe parastin.

Heta 3'ê Tebaxa 2014´an  civaka Êzîdî di serî de Şingal li devera lê bû, li gorî derfetên xwe hewl dida çand û baweriya xwe zindî bihêle û biparêze. Di 3'ê Tebaxê de dema çeteyên DAIŞ'ê bi armanca pêkanîna komkujiyê êrişî Şingalê kir, raya giştî û civaka navneteweyî cara pêşî ev civak bi trajediyeke mezin nas kir. Her kesî navê Êzîdiyan bi vê komkujiya Şingalê re di vê astê de bihîst. Ji ber tişta wê rojê qewimî, mînaka wê li ti devera cîhanê tinebû. Di van êrişên hovanê de çeteyên DAIŞ'ê herî zêde êrişî jinan kiribû. Li gorî lêkolîn û statîstîkan di vê qirkirinê de nêzî 5 hezar jinên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin. Gelek ji wan jinan li bazarên koleyan hatin firotin. Destavêtin wan û êşkenceyên giran li wan hatin kirin. Hîna jî aqûbeta bi dehan jinên Êzîdî nayê zanîn. Li gel vê, bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin. Şingal tevî gundwarên xwe hat wêrankirin.

Piştî vê êrişê, komkujî û malwêraniyê, demeke nû ji bo civaka Êzîdî dest pê kir. Civaka ku bi saya şervanên azadiya Kurdistanê ji fermana 73´an rizgar bû, ji nû ve xwe ji xweliya xwe afirand. Di serî de hêza xwe ya parastinê û paşê jî di hêla siyasî, civakî û çandî de rêxistinên xwe çêkirin. Di nava van 6 salan de Şingala ku ji binî ve hatibû wêrankirin, bi derfetên kêm û bi kedeke mezin jiyan careke din lê zindî bû. Êdî civaka Êzîdî li ser navê xwe bi îrada xwe ya xweser xwe bi rê ve bir û dibe.

Ew hêzên ku ev civak di nav lêpên çeteyên hov de hiştin, ji roja ku Şingal azad bûye ve bi ti awayî ji bo avakirina Şingalê tevnegeriyane, îro rabûne xwe kirine xwediyê Şingalê û beyî vîna wan di nav xwe de peymanan mor dikin. Ev hêz beriya ku peymanan mor bikin lazim e, destpêkê lêborînê ji jinên di destê çeteyên hov de bixwazin. Bila hesab bidin bi hezaran zarokên bê dê û bav mane. Bila hurmetê nîşanî deverên pîroz ên vê civakê ku ji aliyê çeteyên ne mirov ve hatine wêran kirin. Bila Şingala hatî xirakirin, ava bikin. Ya herî girîng ji bo Şingal û Êzîdxanê statû û xweseriya wê ye. Bila xweseriya Şingalê nas bikin. Bila bihêlin ku ev civak bi hêza xwe, xwe biparêze û bi rê ve bibe. Pêwistiya Şingalê bi ti kesî tine ku were wan biparêze û bi rê ve bibe. Êdî Şingal ne Şingalê beriya 2014´an e.

Ji roja ku ev peyman di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatî morkirin û vir ve, civaka Êzîdî ji bo parastina destketiyên xwe li ber xwe dide. Ji 3'ê Kanûnê ve jî xelkê Şingalê li dora asayîşa Êzîdxanê rûmeta xwe diparêze. Lazim e di serî de civaka Êzîdî ya li çar aliyê Kurdistanê û cihanê û gelê Kurd li dora vê berxwedanê bibe xelek û destûrê nedin ku careke din ev civak bê qirkirin, ferman lê bên rakirin. Ji bo civaka Êzîdî êdî ji derveyî bidestxistina statûyê ti rêyên din tineye. Ev jî bi tenê dikare bi berxwedanê bê bidestxistin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.