Eynî weke beriya fermanê

Çarşem 16 Kanûn 2020 - 16:15

  • Xelkê gundê Werdê dibêjin, Artêşa Iraqê hewl daye sîlehên wan ji wan bistîne û vê yekê dema fermana 3'yê Tebaxa 2014'an aniye bîra wan. Ji xelkê gund, Seydo Seyid Reşo nerazîbûna xwe bi van gotinan îfade kir: "Ev zilmek e. Em vê yekê qebûl nakin."

BERÎTAN ZAGROS / ROJNEWS/ŞENGAL

 

şana çi ye ku Artêşa Iraqê hewl dide çekên Êzîdiyan kom bike? Li gorî welatiyên gundê Werdê, ev hewldaneke din e ji bo bêparastinhiştina Êzîdiyan, weke dema fermana 3'yê Tebaxa 2014'an.

Leşkerên Iraqê yên li ser daxwaza PDK’ê ketine Şengalê, li gundê Werdê yê Şengalê mal bi mal geriyan û pirsa çekên wan ên ji bo parastinê li gel xwe digirin, kirin. Welatî vê yekê weke hewldaneke bêparastinhiştina Êzîdiyan dibînin.

Piştî ku desthilatên Bexda û Hewlêrê li ser daxwaza dewleta Tirk li dijî Şengalê 9’ê Cotmehê peymanek îmze kir, bi hezaran eskerên Iraqê ji bo Şengalê hatin veguhestin.

Li gorî agahiyên ji gundê Werdê yê ser bi Til Gizêr ê Şengalê, doh eskerên Artêşa Iraqê bi ser gundê wan de girtine, mal bi mal geriyane û pirsa çekên wan kirine.

Dixwaze sîlehên xelkê ji wan bistîne

Xelkê gundê Werdê diyar kirin ku eskerên Iraqê bi ser malên wan de girtine û pirsa çekên wan kirine. Welatî dibêjin, artêşa Iraqê dixwaze çekên wan ên ji bo parastinê li gel xwe digirin, ji wan bistîne.

Welatiyê gundê Werdê, Seydo Seyîd Reşo jî piştrast kir ku eskerên Iraqê bi mebesta destdanîna ser çekên gundiyan mal bi mal geriyane û wî ev yek weke hewldaneke bêparastin hiştina civaka Êzidî bi nav kir.

Ferman anî bîra xelkê

Seydo Seyîd Reşo nerazîbûn nîşanî vê hewldana eskerên Iraqê da û got, “Em îro bi rojî bûn, hîn ji xewê ranebûbûn, eskerên Iraqê ketin gundê me û mal bi mal geriyan. Leşkeran pirsî ka çek li gel me hene yan na.”

Seydo Seyîd Reşo diyar kir ku ev hewldaneke komkirina çekên Êzîdiyan e û dixwazin weke dema fermanê wan bêparastin bihêlin: “Beriya DAIŞ fermanê bîne serê me, eskerên Iraqê hatin çekên me kom kirin û ji me re gotin, em ê parastina we bikin. Lê sozên xwe bi cih neanîn û bûn sedem ku ferman bê serê xelkê me yê Êzîdî. Ev zilmek e. Em vê yekê qebûl nakin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.