Hesab ji Erdoganê faşîst dipirsin

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:14

Meclîsa Kongra Star, şehîdên gazî Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik bibîranîn û got:’’Em ê weke jin hesab ji Erdoganê faşîst bipirsin. Bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li meydanan bin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin:’’Erdoganê faşîst ji gelê Kurd û şervanên azadiyê yên ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan şer kirin û dîrok ji nû ve bi tîpên zêrîn nivîsandin tolê radike. Bi êrişên xwe wekî serokê çeteyên DAIŞ'ê tevdigere û wan bi rêxistin dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku fermandar Sorxwîn û Azadî ji bo parastina gel û xaka xwe li dijî DAIŞ'ê şer kirine û parçeyekî ji canê xwe dane û hate gotin: "Heval Sorxwîn û Azadî yên ku bûne navê berxwedanê û pêşengtiya jinên ku nûnertiya yekgirtina neteweyî û rihê berxwedanê kirin, wê her tim di dilê me de bijîn; ji ber ku di kesayeta heval Sorxwîn de, çanda berxwedan û welatparêziya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hate dewam kirin. Nûnera serhildana ’Jin Jiyan Azadî’ bû, jineke ji dilê berxwedana Mako û Simkoyê Şikakî hatibû, bi xwe re çandeke nû ava kir. Hevala me Sorxwîn bû nûnera gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, bû hevrêya Jîna Emînî û Şirîn Elemholiyan. Heval Azadî di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Bi çanda berxwedanê ve hate strandin jî, bi hevala xwe Sorxwîn re heta birîndar bûn jî her tim bi awayekî bê dudilî û wêrek bibûn moral û coşa jiyanê. Her tim bi gel û hevalên xwe re bûn û bibûn şopdarê heqîqetê. "

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan Sorxwîn û Azadî re hat xwestin û bêdengiya hêzên garantor hat rûreş kirin:"Em ê wek jin ji Erdoganê faşîst hesab bixwazin. Bi felsefeya ’Jin Jiyan Azadî em ê wekî rêxistin li meydanan bin. Serketin teqez wê ya gelê me be. Yê ku bin bikeve dijminê mirovatîyê Erdogan û hevkarê wî ne. "

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.