Hertişt li Îmraliyê asê bûye

Pêncşem 26 Çile 2023 - 01:23

Nobeda Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Parlamenter Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş, Mûazzez Orhan, Serpîl Kemalbay, Nusrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, Kemal Pekoz, Şevîn Coşkun, Ridvan Turan, Alî Kenanoglû bi dovîzên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", "Bila li Îmraliyê hevdîtin bê kirin" li pêşiya meclîsê daxuyanî dan.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bang li Wezareta Edaletê kir û got, "Tişta hewce bike, li gorî destûra bingehîn tevbigerin, tecrîdê bi dawî bikin. Civak bi hilbijartinê re mijûl e. Em bang li gelê xwe dikin, heke em dixwazin ji vê desthilatdariyê rizgar bibin, divê em ji nêzîkatiya vê hikûmetê ya li pirsgirêka Kurd û ji polîtîkayên şer re bibêjin na. Her tişt li Girtîgeha Îmraliyê asê bûye.”

 

Ew ê hesab bidin gelê me

Çepnî bang li raya giştî kir da ku li dijî tecrîdê têbikoşe û got, “Têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya xwedîderketina li nanê xwe. Tê wateya helwêsta li hemberî her tişta li dijî demokrasiyê. Li vir em careke din dibêjin, nobeta me û têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê bidome. Kesên ku bersiva vê yekê nedin û vî sûcî dewam bikin, di serî de Wezareta Edaletê, teqez wê li pêşberî gelê me hesab bidin. Em hêvî dikin ku gelê me di vê mijarê de dengê xwe bilind bike.” ANF/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.