Televizyona dewletê ya Îranê doh da zanîn ku nêzî mezelê Qasim Suleymanî, li bajarê Kermanê di dema bibîranînên ji bo Qasim Suleymanî de du teqîn çêbûne û di van teqînan de herî kêm 73 kes hatine kuştin.
Qasim Suleymanî li serê Hêza Qudsê bû ku êriş û emeliyatên leşkerî yên rejîma Îranê li Rojhilata Navîn bi rê ve dibirin.
DYE´yê 3´yê Çileyê 2020´an nêzî Bexdayê Qasım Suleymanî, tevî wî fermandarê Heşdî Şabî Ebû Mehdî el-Muhendis jî kuştibû. Ji ber wê, alîgirên rejîmê her sal 3´yê Çile li ser mezela wî ya li bajarê Kermanê yê Îranê, Qasim Suleymanî bi bîr tînin.
Di bibîranîna doh de 2 teqîn çêbûn. Li gorî rayedarên Îranê, di êrişê de herî kêm 73 kes hatine kuştin û 170 kes jî birîndar bûne. Li devera her du teqîn çêbûn, hezar û 300 kes hebûn û rejîma Îranê, ev teqîn, weke êrişên “terorîstan” bi nav kirin.
TEHRAN