- Li Şerîda Xezeyê heta niha herî kêm 174 kes hatine kuştin. Li aliyê Îsraîlê jî 10 kes hatin kuştin.
Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê doh jî bi dijwarî dewam kir. Li Şerîda Xezeyê heta niha herî kêm 174 kes hatine kuştin. Di nava van 47 zarokên bê guneh hene. Li aliyê Îsraîlê jî 10 kes hatin kuştin.
Îsraîlê ji hewa û di erdê re pêr bombe li 100 nuqteyan barandin. Te gotin ku di erdê re hîna hêzên leşkerî ji sînor derbas nebûne.
Komên çekdar ên Fîlîstînî jî zêdeyî 2 hezar û 300 roketî avêtin navend û herêmên başûr ên Îsraîlê. Gelek roket li paytext Tel Avîvê û herêma derdorê ketin.
Di şeva Şemiyê de hêzên hewayî yên Îsraîlê 3 avahiyên bilind ên li Xezzeyê hilweşandin. Bi sedan malbat neçar man ku xwe li nexweşxaneya El Şîfa bigirin.
Balafirên şer ên Îsraîlê roja Şemiyê avahiyeke ku buroyên El Cezîrê û ajansa nûçeyan AP´yê tê de bûn, hilweşandin. Ofîsa penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Xezzeyê (UNRWA) ragihand ku ji bo malbatên xaniyên wan hilweşandî, ew ê dibistanan bikin stargeh.
Sekreterê Giştî yê NY´ê Antonio Guterres ji ber zêdebûna kuştina sivîlan nerazîbûn nîşan da, nexasim jî ji ber kuştina 10 nefsên ji heman malê.
Şemiya bihurî lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye daxuyaniyek da û got, "Berxwedan mertal e û rêya herî kurt a ber bi Qûdsê ve ye. Min ji Netanyahû re got, divê bi êgir nelîze, jixwe, em zanin ku Qûds ji bo her Filistîniyekî azad tê çi wateyê."
Netanyahû jî şer her sor kir û got, "Heta ku em ewlehiya gelê xwe careke din pêk bînin, em ê bi rengekî xurt bersivê bidin. Me bi dehan terorîstên Hamasê ji holê rakirin û avahiyên wan bi sedan terorîstên tê de îmha kirin."
BEYRÛD